Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
RojnamegerSafiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ûngûr ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê girtî ne, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe aşkere kirine ku ew ê bi mebesta hişyarkirinê li dijî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehê zêde bûne bi jinên girtî yên din re “5 rojan di greva birçîbûnê” de bin.
Binpêkirinên mafan ên sereke ev in:
▶ Li Girtîgeha Girtî ya Jinan bi kamerayan çavdêriya hundirê qawîşan,
▶ Ferzkirina lêgerîna tazî,
▶ Dermannekirina girtiyên nexweş,
▶ Astengkirina tevahî çalakiyên civakî yên li girtîgehê.
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (AEK/AY)