Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sadiye Eser û Sadik Topaloglû, nûçegîhanên berê yên Ajansa Mezopotamyayê biriye.
9emîn Danişîna dozê ku herdu rojnameger bi “endamtiya rêxistinê” tên dadkirin îro li 22em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye.
Di danişînê de gotinên şahide ku ti carî tevlî danişîna nebûye esas hatiye girtin.
Eser û Topaloglu beşdarî danişîna biryarê ya îro nebûne, parêzer Ayşe Acinikli û Ozcan Kiliç beşdar bûne. Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê Banû Tuna jî danişîn şopandiye.
Strana kurdî weke delîl xistine dosyeyê
Parêzer Ozcan Kiliç di danişînê de diyar kiriye ku dozger îdiayên xwe li ser îdiayên Ozgur Baran ava dike lê Baran tevli yek danişînê jî nebûye. Kiliç daye zanîn ku îdiayên şahidê ku rûbirû nehatiye guhdarkirin nikare li ber çavan bê girtin û bal kişandiye ser biryarên Dadgeha Bilind. Kiliç destnîşan kiriye ku Eser 10 sal in rojnamevantiyê dike, doza niha dozeke ku rojnamevan lê tên darizandine û aniye ziman ku straneke kurdî ya di telefona Eserê de weke delîl xistine nava dosyayê. Kiliç gotiye ku nêrîna dozger bêbingeh e û daxwaza beraetê kiriye.
Parêzera Topaloglû, Acînîkliyê jî diyar kiriye ku dozger dosya lêkolîn nekiriye, şahidekî ku beriya niha di çarçoveya dosyayê de îfade da bi lêv kir ku muwekîlê wê nas nake. Acînîklî, da zanîn ku qasî du salan Ozgur Baran ê beyanên wî di dosyayê de hene geriyan e lê nehatiye yek danişînê û wiha got: “Ger delîlên bûyerê îfadeya şahid be divê bê guhdarkirin. Eger nehatibe guhdarkirin, ji bo darazê esas nayê girtin. Kesê qala wî tê kirin li ser esasê poşmaniya bi bandor hatiye darizandin û hatiye berdan. Gotiye ji ber berjewendiyên xwe navan nas dike, ji ber vê yekê îfadeyên wî ne bawer in. Dadgeha Bilind biryar da ku îfadeyên ‘îtîrafkar’ ji bo darizandinê esas neyê girtin.” Acînîklî diyar kir ku muwekîlê wê nikare li ser nûçe û wêneyan bê cezakirin û got: “Delîleke şênber di holê de nîne. Tiştên ku weke delîl hatin pêşkeşkirin hemû hatin pûçkirin.” Acînîklîyê daxwaza beraeta muwekîlê xwe kiriye. (AO/AY)