Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Zeynel Abîdîn Bûlût ji Girtîgeha ewlehiya wê zêde ya Hejmara 2yê ya Amedê nameyek şandiye û tê de gotiye ku, rojnameyên Yeni Yaşam, BirGün û Evrenselê nadin wan. Bûlût tevî 15 rojnamegerên din di 16ê Hezîranê de hatibûn girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Bûlûtî diyar kiriye ku wî xwestiye di nava meha Îlonê de bibe endamê van rojnameyan lê rêveberiya girtîgehê daxwaza wî nepejirandiye. Bûlûtî destnîşan kiriye ku rêveberiyê jê re gotiye "Ev rojname qedexe ne" û wî daxwazname daye rêveberiya girtîgehê. Wî gotiye, bersiv nedane daxwaznameya wî.
Bûlûtî diyar kiriye ku ji bilî radyoyekê, ya bi tenê çend kanalên wê hene, derfeta wan a şopandina kanal û weşanîn mixalif nîne.
Bûlûtî di nameya xwe de destnîşan kiriye ku rojnameyên navborî nehatine komkirin an jî qedexekirin û ev kiryar, bi gotina kiryara kêfî penase kiriye. (HA/FD)