Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, derbarê 20 rojnamegeran de zanyarî kom kirine. Di nava van 20 kesan de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş jî hene.
Serokatiya Karûbarên Derve ya Midûriyeta Emniyetê bi sernivîsa "nepen" dosyayek ji şaxên dijterorê yên midûriyetên bajarên Agirî, Enqere, Antalya, Amed, Gîresûn, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kocaelî, Sêwas û Trabzonê yên emniyetê re şandiye. Di vê dosyayê de zanyariyên derbarê Cemaeta Fethulah Gulenî de hatine komkirin, hene.
Di binê vê kaxizê de navê Alîkarê Serokê Beşa Dijterorê Erdogan Kartal heye û tê de hatiye gotin ku ji bo wan kesên navên wan di lîsteyê de hatine nivîsîn, bila li gorî fermanên saziyên yasayî dane, zanyariyan berhev bikin.
Hevseroka DFGyê jî di lîsteyê de ye
Di lîsteyê de navê 20 rojnamegeran heye ku yan di rêveberiya kovara bi navê Journalists Postê de ne yan jî ji vir re nivîs nivîsandine. Di heman lîsteyê de navên rojnamegeran, jimareyên wan ên welatîtiyê, kar û barên di kovarê de dikin û li ser Tevna Darazê ya Netewî (UYAP) derbarê wan de tiştek heye yan na, hene.
Rojnamegerên ku navê wan di lîsteyê de ye, ev in:
Engîn Sag, Şemsî Açikgoz, Mûstafa Kiliç, Yuksek Dûrgût, Ramîz Kiliçarslan, Necdet Çelîk, Hasan Cucuk, Îsmaîl Mûhammet Sagiroglû, Enes Cansever, Basrî Dogan, Turkmen Terzî, Vedat Demîr, Rabîa Yavûz Ture, Yûnûs Erdogdû, Naciye Nûr Kiliç, Erkan Pehlîvan, Dîcle Muftuoglû (Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê), Mûstafa Kûlelî (Sekreterê Birêxistinkirinê yê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê), Erkîn Emet, Gokhan Dûrmûş (Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê).
(HA/FD)