Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) rapora xwe ya Tebaxê ya derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de aşkere kiriye. DFG, raporên xwe mehê carekê diweşîne.
DFGyê di rapora xwe de diyar kiriye ku çav li rê bû, mafên rojnamegeran kêmtir bên binpêkirin lê "mixabin neçar mane behsa zêdebûna hejmaran bikin."
DFGyê gotiye, "Me meheke wiha li dû xwe hişt ku bi temamî ji ber karûbarên wan ên rojnamegeriyê, zext li rojnamegeran bûye, ew hatine astengkirin, desteserkirin, lêpirsîna wan bûye û hatine girtin."
Li gorî vê raporê di meha Tebaxê de 4 malperên nûçeyan û 114 nûçe asteng bûne. Her weha diyar kiriye ku vê mehê du rojnamegerên din hatine girtin û bi vê re, hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 79an. Li girtîgehan jî 37 caran mafên rojnamegeran hatine binpêkirin.
Êrîşên li rojnamegeran bûne
DFGyê diyar kiriye ku mafên rojnamegeran li qadan hatine binpêkirin û rojnameger dema xwestine bûyeran bişopînin, polîsan ew asteng kirine, tundkarî li wan kirine û ew desteser kirine. DFGyê di raporê de behsa van bûyeran kiriye:
*Nûçegîhanê Rojnameya BirGünê İsmail Ari dema li navçeya Çekmekoya Sitenbolê nobeta parkê dişopand, Alîkarê Midûrê Polîsan ê Çekmekoyê gef lê xwariye.
*Nûçegihanê Rojnameya BirGün İsmail Ari yê nûçeya qirkirina darên Qişleyan Çekmekoyê çêkiriye û xwestiye li pêşiya heman Qişleyê daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştiyê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ali Oztunçî bişopîne, 15-20 pasevanên taybet êrîşî wî kirine.
*Polîsan tundkarî li wan rojnamegeran kiriye ku midaxeleya polîsan a li Amedê li ciwanan bûye dişopandin. Piştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada İstasyona Amedê mîtîngek li dar xistibû û piştî wê di navbera polîs û ciwanan de nîqaş û pevçûn derketibû. Polîsan midaxele li ciwanan kiribû.
* Di 1ê Îlonê de li Wanê gel piştî mitînga Roja Aştiyê ya Cîhanî destpê kir û bi şûn ve, polisan midaxele li beşdarên mîtîngê kir. Her weha rojnameger jî ketin ber pêla midaxeleya rojnamegeran. Polîs girtina dîmenên meşê asteng kir, nûçegihanek da ber derban û kamere şikand. Polîs gef li nûçegîhanên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê xwar ku ew nûçegîhan di heman demê de endamên Komeleya DFGyê ne jî. Polîsan ji rojnamegeran re gotiye "ez ê te bikujim û dê kes te nebine." Polîsekî çek li rojnamegeran hildaye.
DFGyê bang li derdorên berpirs kiriye û gotiye: "Derbarê xwediyê van kiryarên gefan û zextan de demildest lêpirsînên edlî û îdarî bê vekirin.
Her weha ji rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê û rojnamegeran xwestine ku li dijî van kiryaran bi hev re deng bidin. (HA/FD)