Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê DYAyê Joe Biden û Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê hefteya borî aşkere kir ku teqez e hikûmeta Sûriyeyê rojnameger Austin Tice desteser kiriye. Tice 10 sal in winda ye.
Biden û Wezaretê di daxuyaniyên xwe de bang li hikûmeta Esadî kirine û xwestine ku rojnamegerî serbest bikin.
Bidenê gotiye, “Me gelek caran ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku ji bo em Austinî bînin mala wî bi me re kar bike.” Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê DYAyê Ned Price jî diyar kiriye ku hikûmeta DYAyê ji bo Tice bîne mala wî, bi rêya navbeynkaran karên berfireh dike.
Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyeyê roja çarşemê daxuyaniyek daye û daxuyaniyên Biden û Price yên derbarê Tice piştrast nekiriye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de îdiayên dibêin “Tice revandine an jî welatiyekî amerîkayê li nava xaka xwe digire” ne rast in. Tohmet jî bi gotina “bêbingeh” penase kiriye.
Bi tenê vîdeyoke kurt hatiye weşandin
Tice herî dawî piştî 31. rojbûna xwe bi çend rojan ango di 14ê Tebaxa 2012ê de li herêmeke neewle ya li rojavayê Şamê, li xaleke kontrolê hatiye dîtin.
Li gorî daxuyaniya malbata Tice, kesên ew revandine bi tenê vîdeoyek weşandiye. Ev vîdeo ji 43 saniyeyan pêk hatiye û tê de xuya dibe ku kesên nediyar û bi çek, Tice girtine.
RSF: Li Sûriyeyê 300 rojnameger hatine kuştin
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) diyar kiriye ku li Sûriyeyê di nava 10 salên şerî de heta îro bi kêmanî 300 rojnamegerên profesyonel û ne profesyonel hatine kuştin. RSFyê her weha gotiye ku gelek rojnameger hatine girtin û revandin û dibe ku ev hejmar gelekî zêdetir be. (HA/FD)