Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê ji NTR TVê du rojnameger hatine desteserkirin.
Dema nûçegihan Karzan Tarik û kameraman Çenar Ehmed derbarê aboriya herêmê ya li bajêr de bi welatiyan re hevpeyvîn dikirin, ji aliyê polîsan ve birin emniyetê.
Polîsan dest danîne ser alav û telefonên rojnamegeran û der barê desteserkirina wan de agahî nedane.
Berpirsê Navenda Nûçeyan a televîzyona NRTyê Merîwan Hesen gotiye, desteserkirina rojnamegeran li ser fermana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebanî hatiye kirin, lê “tu hincet û biryara dadgehê tune ye”.
Hesen anîye ziman ku ev ne "cara yekem e" ku polîs xebatkarên televîzyona NRTyê desteser dike.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) desteserkirina rojnamegeran şermezar kiriye û xwestiye ku Tariq û Ehmed demildest û bê şert bên berdan.
CPJyê jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xwest iyeku dev ji çewsandina endamên çapemeniyê berdin.
Li Hikûmeta Herêma Kurdistanê polîsan di Tebaxa 2020an de ofîsa NRT TV ya Duhokê girtibû û rojnamevanek desteser kiribû. Di Kanûna 2020an de Wezareta Perwerdehiyê weşana NRT TVyê rawestandibû. Piştî bûyerê polîsan bi ser ofîsa kanalê ya li Silêmaniyê de girtibûn. Her wiha berê jî Karzan Tarık hatibû desteserkirin.
Li gorî nûçeyan, xwediyê NRT TVyê karsaz û serokê Partiya Nifşê Nû ya mûxalefetê Şasuwar Ebdulwahîd e. Ji ber vê sedemê her tim ji aliyê polîsan ve tê tacizkirin.(HA/AY)