Fotograf: Elyas Ehsad /CPJ
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) “Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022yê” daye rojnameger Niyaz Abdullahê. Niyaz Abdullah rojnamegereke jin a serbixwe ye û ji Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku gefên lê dihate xwarin, di sala 2021ê de neçar maye ku biçe li Fransayê bicih bibe.
CPJyê di daxuyaniya xwe de sedema xelatkirina Abdûllahê bi van gotinan diyar kiriye: “CPJ ji ber Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navnetewî ya sala 2022yê dide rojnamegera Kurd a iraqî Niyaz Abdullahê serbilind.
“Abdûllahê li Kurdistana Iraqê mijarên siyaset, nearamiya sivîl, gendeliyên hikûmetê, mafên mirovan û kêmnetewên olî û etnîk digirt dest. Delîlên pûç ên dozên rojnameger û çalakvanên kurd ên ıraqî, yên di sala 2021ê de ji ber tohmetên hêzên netewî ceza xwarin, nîşan daye.
“Abdûllahê ji ber ku zext û zordariya Serokwezîrê Kurd Mesrûr Barzaniyî yên li ser azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê rexne kiriye, hêzên ewlehiyê û rayedarên herêmî ew bi fermî tacîz kirine û desteser kirine û ji ber xebatên wê gefa tundkariyê lê hatiye xwarin. Ji ber tehdîtên ku lê dibûn, di sala 2021ê de neçar maye û reviyaye Fransayê.”
Derbarê Niyaz Abdûllahê de
Ew rojnamegereke jin a serbixwe ye. Li Radio Nawa, NRT, malperên nûçeyan ên mîna Westga, Zhyan News Network, Hawlatî û Skurd yên Herêma Kurdistanê kar kiriye. (FD)