Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Spanyayê, rebelion.org, malpereke nûçeyan ya alternatîfe ku nûçeyên medyaya heyî çênakin, ew çêdikin e û Berria, yekane rojnameya rojane ya ku bi baskî li tevahiya Baskê tê weşandin, 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, kirine nûçe.
Orsola Casagrandeyê di her du rojnameyan de rojnamegerên Kurd bi sernavê "Sûcdarkirina rojnamegeran siyasî ye, ne hiqûqî ye" nivîsandiye.
Casagrandeyê bi yek ji parêzerên rojnamegeran Resul Temur, Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, Dîcle Mûftûoglû û hevjîna yek ji rojnamegerên girtî Azîz Oruç Hulya Oruç re axivîye.
Her wiha peyama Serdar Altanê ku ji girtîgehê şandibû jî weşandiye.
Di nûçeyê de cih daye nêrînên Parêzer Resûl Temûr. Temûr bal kişandiye ser bêhiqûqiya pêvajoya desteserkirinê û biryara nepenîtiyê ya li dosyayê rexne kiriye. Temûr weha gotiye, "Derbarê fermana desteserkirinê, fermana lêgerîn û dest danîna ser malzemeyan de agahî nedan me tu kesî." “Tu îtîrazên me yên li hember van biryaran nehatine bersivandin.”
Dîcle Mûftûoglûyê jî di nûçeyê de gotiye, "Hewl didin beriya hilbijartinên sala 2023an tevahî mixalefetê û rojnamegeran bêdeng bikin".(HA/AY)