Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji 16 rojnamegerên ku di 16ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin, 12 jê şandine girtîgehên cida. Rojnameger 8ê Hezîranê hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 12 rojnameger şandine Girtîgeha ewlehiya wê bilind a Hejmara 1ê û 2yê ya Amedê.
Polîsan li Amedê bi ser malên rojnamegeran de girtibûn û di 16ê Hezîranê de dadgehê bi tohmeda ku "endamên rêxistinê ne" girtibûn. Paşê jî ew biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê.
Li gorî zanyariyan, 12 rojnameger di destpêka hefteyê de birine Girtîgeha ewlehiya wê bilind a Hejmara 1ê û 2yê ya Amedê.
MAyê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorên Nûçeyan ên Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç û Ramazan Gecîken, Mazlum Guler, Abdurrahman Oncu û Sûat Dogûhan şandine Girtîgeha Hejmara 1ê.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Îbrahîm Koyûncû û Lezgîn Akdenîz jî şandine Girtîgeha Hejmara 2yê.
Bixwîne - 16 rojnameger hatine girtin
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (SD/FD)