Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya “Binpêkirinên li dijî Rojnamegeran a Meha Hezîrana 2022an” aşkere kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku polîtîkaya girtin, zext, operasyon, “qanûna sansurê”, astengkirina şopandina nûçeyan û cezakirinê ya li ser rojnamegerên Kurd berdewam dike. DFGê daye zanîn ku bi vê polîtîkayê hewl tê dayîn ku civakê bifetisînin.
Daxuyaniya DFGê wiha ye:
“Li Tirkiyeyê bi serdagirtina mal û kargehên rojnamegerên kurd, derxistina ‘qanûnên sansurê’, astengkirina şopandina nûçeyan û polîtîkaya cezakirina rojnameger û rojnemevaniyê tê xwestin ku çapameniya azad û civakê bê nefes bihêlin. Di 8’ê hezîranê di 30’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Hafiz Akdemîr e. Rojnameger Hafiz Akdemîr 30 sal berê di vê rojê de li navçeya Sûr a Amedê bi destê endamên rêxistina Hîzbûllahê ve hate qetilkirin ku ev rêxistin ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve hatiye avakirin. Di roja ku hevalên rojnameger Hafiz Akdemîr dixwestin bi bîr bînin û daxwaza darizandina kujerên wî dikirin de polîsan bi ser mal û kargehên xebatkarên çapameniya azad de girt û 20 rojnamegerên şopdarên Apê Mûsa binçav kirin.
“Mezintirîn êriş hat kirin”
“Ev êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran hatiye kirin, di salên dawî de mezintirîn êrişa li dijî rojnamegeran e. Di êrişê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin desteserkirin. Polîsan bi ser mal û kargehên çapameniyê de girtin. Di encama serdegirtina mal û kargehan de hevserokê komeleya me Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Rojnameger Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Kadîr Bayram, Lezgîn Akdenîz, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu û Remziye Temel hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman êrişê de welatiyê bi navê Îhsan Ergulen ê ku bi wî re hevpeyvîna kolanê hatibû kirin jî hat desteserkirin.”
“Rojnameger ji ber karên xwe hatin sûcdarkirin”
“Hevalên me di 16’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê ji ber kar û barên rojnamegeriyê hatin tewambarkirin. Ev darizandin heta serê sibeha roja din berdewam kir. Di encamê de hevserokê komeleya me Serdar Altan jî di nav de bi giştî 16 rojnameger hatin girtin. 5 rojnameger û walatiyek jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Bi rêbaza îfadeyên şahidên nepen re 16 hevalên me hatin girtin û hejmara rojnamegerên girtî ya li Tirkiyeyê derket 76an.”
“Biryara astengkirinê betal bikin”
“Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Enqereyê li ser daxwaza Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo edîsyona beşa nûçeyên tirkî ya Voice of America (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) ya navenda xwe li Almanyaye biryara astengkirinê da. Li gorî biryara di meha sibatê de hatiye dayîn, hemû çêkarên bernameyên navneteweyî neçarin li Tirkiyeyê lîsansê bigirin. Van her du weşanan jî ji bo xwe bigihînin şopînerên xwe pêşniyara VPNa alternatîf kirin. Em vê rêbaza heyî ya li Tirkiyeyê, ji bo edîtoriya azad weke mudaxele û sansurê destnîşan dikin. Daxwaz me ew e ku ev biryara astengkirinê di zûtirin demê de bê rakirin.”
“Astengkirina rojnamegeran dewam dike”
“Di vê mehê de jî astengiyên li pêşiya şopandina nûçeyan bênavber domiyan. Rojnamegerên ku li Stenbolê ‘20’emîn Meşa Rûmetê ya LGBTÎQA+’yan a Stenbolê’ dişopandin, rastî êriş û lêdana polîsan hatin û Peyamnêrê AFP’ê Bûlent Kiliç hate binçavkirin. Li pêşiya Edliyeya Stenbolê jî dema rojnamegeran dixwest tundiya li dijî çalakiya xizmên girtiyan bikişînin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Nayê qebûlkirin ku ji ber nixûmandina tundî, binçavkirin û girtinên polîsan ev astengkirin bên kirin.”
“Ciwanê bi navê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017an a Amedê de bi guleyên polîsan ve hatibû qetilkirin û rojnameger Abdurrahman Gok jî ev kêlî kişandibûn. Rojnameger Gok ku bi saya karê xwe polîsê kujer teşhîr kir, ji hêla dadgehê ve bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hate cezakirin. Em careke din dibêjin; rojnamegerî ne sûc e û bi tu awayî naye darizandin.”
Di daxuyaniyê de binpêkirinên heyî wiha hatine rêzkirin:
Binpêkirina mafên jiyan û ewlehiyê yên rojnamegeran
* Rojnamegerên rastî êrişê hatine: 25
* Rojnamegerên ku bi ser malên wan de hatiye girtin: 25
* Rojnamegerên hatine desteserkirin: 35
* Rojnamegerên rastî nêzikatiya xerab hatine: 49
* Rojnamegerên ku ji bo şopandina nûçeyê hatine astengkirin: 35
Binpêkirinên ji bo azadiya xweîfadekirinê
* Rojnamegerên ku derheqê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 27
* Rojnamegerên derheqê wan de doz hatine vekirin: 5
* Rojnamegerên ceza lê hatiye birîn: 16
* Rojnamegerên ku darizandina wan berdewam dike: 156
* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 1ê Tîrmeha 2022an heta niha): 76
Astengkirin û sansur
* Biryara qedexekirina weşanê: 4
Astengkirina înternet û medyaya dijîtal
* Nûçeyên hatine astengkirin: 12
(AY)
*Çavkanî Ajansa Mezpotamyayê