Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan îro serê sibê li Îzmîrê rojnameger Încî Hekîmoglû desteser kiriye ku di heman saetan de li Amedê heyeta dadgehê biryar ji bo 16 rojnamegeran dida.
Polîsan di saet 06.00ê sibê de girtine li ser mala Hekîmoglûyê, ji ber mesajên li ser medyaya civakî weşandiye, ew desteser kiriye.
Parêzerê Hekîmoglûyê, Erdogan Akdogdû beşdarî bernameya Arti TVyê bûye û gotiye: "Încî xan rojnamegereke mixalif û dijber e û vê sibê bi ser mala wê de girtine, ew desteser kirine. Ji xwe hîn duh 16 rojnameger hatin girtin. Li Stenbol û hin bajarên din jî hin kes hatine desteserkirin. Ev jî parçeyek ji wê ye. Me naveroka mesaja medyaya civakî nedît. Lê ihtimal e ku îro ya jî sibê wê îfadeya wê bistînin, di wê qonaxê de em ê naverokê bi zelalî bibinin.
Parêzer Akdogdûyî diyar kiriye ku, di dema desteserkirinê de ti tiştekî nebaş bi Hekîmoglûyê nekirine.
Serbest bûye
Di nava rojê de îfadeya Hekîmoglûyê hatiye girtin û ew serbest bûye. Hekîmoglû beşdarî weşana bernameyeke Arti TVyê bûye û wiha gotiye:
"Min bi kirina propagandaya rêxistina terorê tohmet kirin. Çar tweetên ku di 2014 û 2015ê de hatiye avêtin danîn ber min. Yek ji wan derbarê dema pêvajoya çareseriyê de bû. Du jê jî hêrs û xemgîniya min a derbarê kuştina Tahir Elçiyî de bûn."
Bixwîne - "Duh em li ser riyan qetil dikirin, îro me digirin û dişînin girtîgehê"
Bixwîne - 16 rojnameger hatine girtin
(RT/HA/FD)