Fotograf: Ferid Demirel
Rojnamegeran li Stenbolê ji bo hempîşeyên xwe yên girtî civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li navçeya Kadikoyê, li ber avahiya Operaya Sureyyayê pêk hat. Endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û komek rojnameger beşdarî civînê bûn.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşat Canbaz û Mûsa Pîroglû, endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) û Partiya Şoreşgeran jî ji bo piştgiriya rojnamegeran, beşdarî civînê bûn. Du otobisên polîsan û beşeke zêde polîsan li kolanê koma rojnamegeran dorpêç kirin.
Rojnamegeran di dema civînê de pankarta ku nivîsa “Bila rojnamegerên desteserkirî serbest bibin, nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” hildan. Her weha kaxiz rakirin ku li ser wan nivîsên “Hûn nikarin dengê rastiyê bibirin”, “Desteserkirin girtin nikarin me bitirsînin” hebûn. Rojnamegerên beşdarî civînê bûn di dema civînê de sloganên mîna “Desteserkirin girtin zext û zor nikarin me bitirsînin”, “Karê rojnamegeriyê ne sûc e, rûmet e”, avêtin.
“Em ê kamerayên hevalên xwe hilgirin”
Piştî axavtina Dilşat Canbaz, Parlamentera HDPyê, li ser navê MGKPyê rojnameger Nişmiye Guler axivî û got ku “Li vî welatî jin û kurd her tim di rêza yekê de dibin hedef. Em ê di nivîsandina rastiyan de berdewam bikin. Em niha di nava dorpêçkirinê de daxuyaniyê didin, ev şerma vî welatî ye. Hûnê nikaribin denge kedkarên çapemeniya azad bibirin. Dibe ku îro hin hevalên me werin girtin lê em ê bi berdawamî kamerayên wan hilgirin.”
“Desthilatdar pêşiyê êrîşî kurdan û çapemeniya kurdan dikin”
Li ser navê rojnamegeran edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayipê daxuyaniya ku hatiye amadekirin xwend. Gayipê got, ew hêvî dikin ku wê carekê neçar neyên hiştin û piştgiriyê nedin rojnamegeran: “Ger hûn bixwazin zor û zextan li civakekê bikin, divê beriya her tiştî hûn çapemeniya azad a wê civakê bikin hedef. Ev taybetmendiya herî berbiçav a hemû rejîmên zordar e. Îro jî desthilatdariya heyî jî bo bêhnê li çapemeniya azad biçikîne, mafê bidestxistina nûçeyên rast a gelî asteng bike, bi rengekî aşkere şer li dijî rojnamegeran daye destpêkirin.
"Hema hema her roj lêpirsîn li me rojnamegeran tên vekirin, digrin ser malen me, em tên desteserkirin, gefan li me dixwin. Rojnamegerî ne sûc e. Em piştgiriya hevalên xwe dikin û em ê bi berdewamî karê rojnamegeriyê bikin. Desthilatdar çi dema ku rê li ber wan teng dibe êrîşî Kurdan, çapemeniya kurdan dikin. Bi salan e bi rengekî rêkûpêk çapemeniya kurdan tê desteserkirin, girtin, dozên girtinê li wan vedibin, tên sansurkirin. Li dijî kevneşopiya êrîşa dewletê, kevnepoşiya berxwedanê ya çapemeniya kurdan, di nivîsandina rastiyan de berdewam e.”
Bixwîne - Em guh bidin Hakki Boltanî: "Em dizanin em ê bên girtin lê dîsa jî em rojnamegeriyê dikin"
Bixwîne - Rojnamegerên ku li Amedê desteserkirîne sewqî edliyeyê kirine
(FD)