Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
22 kesên ku di 8ê Hezîranê de li Amedê di serdegirtina mal û dezgehên çapemeniyê de ku 20 jê rojnameger in hatibûn desteserkirin, îro dane sibê(15ê Hezîranê) sewqî Edliyeyê kirine.
Îfadeyên li dozgeriyê yên rojnamegerên ku 8 roj in desteserkirîbûn li edliyeyê destpê kiriye.
Rêvebera Jinnewsê Safiye Alagaş û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç li dozgeriyê îfade dane. Dozger bi daxwaza girtinê herdu rojnameger sewqî Dadweriya Cezê û Aştiyê kiriye. Îfadeya li dozgeriyê ya 18 rojnameger û 2 kesan dewam dike.
Navên 20 jê rojnameger 22 kesên desteserkirî wiha ne:
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.
Bixwîne- Em guh bidin Hakki Boltanî: “Em dizanin em ê bên girtin lê dîsa jî em rojnamegeriyê dikin”
(HA/RT/AY)