Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firate (DFG), rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Gulana 2022an” aşkere kiriye.
DFGê di rapora xwe de destnîşan kiriye ku dijî rojnameger û saziyên rojnamegeriyê binpêkirina mafan bê navber didomin û desthilat dixwaze hejmara rojnamegerên alîgir zêde bike.
“Rojnameger serî natewînin”
DFGê, destnîşan kiriye ku rojnamegêr ji ber êriş û îşkenceyên li dijî wan serî natewînin û di derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de ev hatiye gotin: "Wek di rapora me de jî dertê holê, meha Gulanê jî ji aliyê binpêkirina mafan de wek çeteleya pêkanîne zext û zorên li dijî rojnamegeran cihê xwe digire. Di dawiya mehê de rojnameger hatin desteserkirin, îşkence li wan hatin kirin. Li Stenbolê 6 rojnamegerên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin desteserkirin. Nêzîkê 10 rojnameger jî bi gef û tundkariya giran a polîsan re rû bi rû man. Ev tundiya giran a li dijî rojnamegeran bi gotineke rast e rast suceke li dijî mirovahiyê ye, di qadê de tunekirina rojnamegeran e, tunekirina mafê gel ya gihandina nûçeyan e. Polîsên li dijî rojnamegeran van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin."
Binpêkirinên mafan
Di berdewama daxuyaniya xwe de DFGê daye zanîn ku di meha Gulanê de 11 rojnameger hatine desteserkirin û ev agahî daye: "Tûndkarî û miemeleya xerab li 11 rojnamevan hatiye kirin, gef li 10 rojnamegeran hatiye xwarin, 11 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin. Mafê rojnamegerekî di girtîgehe de hatiye binpêkirin. Derheqe 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derheqe 5 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin. 2 sal 4 meh û 14 roj ceza girtîgehê û 24 hezar 100 TL cezayê pere li 4 rojnamegeran hatiye birîn. 42 rojnameger di 32 dosyayan de hatine darizandin, 60 rojnamevan di girtîgehe de ne. Rojnamegerek ji kar hatiye derxistin, RTÛKe li 4 weşanan ceza biriye, 8 malper hatin girtin. 14 nûçe hatine astengkirin. 3 naverokên medyaya civakî hatine astengkirin."(TY/AY)