Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Taksîma Stenbolê duh bi şev di 9emîn salvegera Berxwedana Geziyê de çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakiyên ku li Qada Taksîmê destpê kirin, li Îpek Sokakê ya ku Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) lê ye, heta danê êvarê dewam kiriye.
Polîsan bi gaza îsotê mudaxeleyî kesên tevlî çalakiyê bûne kirine û herî kêm 96 kes desteserkirin e. Di nava kesên hatine desteserkirin de de rojnameger jî hebûne. Her weha polîsan rojnamegerên ku bîranîn şopandine jî derb kirine û gaza îsotê li ser û çavên wan reşandiye.
Di nav kesên ku hatine desteserkirin de ji Halk TVyê Ozan Demîrîz, ji Flash TVyê Dîlan Polat, Sevda Dogan û Derîn Aydogdû, nûçegihana BîrGûnê Gokay Başcan û nûçegihana Evrenselê Meryem Akyol jî hene.
Rojnameger piştî îfadeyên wan hatine girtin danê sibehê serbest bûne.
#Gezi9yasinda eylemi takip eden gazeteci @MeltemAkyl 'a polis böyle saldırdı pic.twitter.com/wczbhelTit
— Pınar Gayıp (@pinargayip) May 31, 2022
Li rojnamegeran dane
Nûçegîhanê TELE 1ê Engîn Açan, kameraman Umutcan Yituk û nûçegihanê Halk TVyê Erdînç Yilmaz li ber çavê her kesî hatin derbkirin. Rojnamegerên ku ji beşên curbecur birîndar bûne, rapora lêdanê girtine û giliyê polîsên êrişkar kirine.
Müdahale anının başı. pic.twitter.com/uyiVgTH837
— Engin Açar (@enginacar0) May 31, 2022
Polîsan di dema weşana zindî de li serê Erdînç Yilmazî xistin.
Halk TV muhabiri Erdinç Yılmaz'ın polis kalkan ile kafasına vurdu. O anlar canlı yayına yansıdı.
— Gerçek Gündem (@gercekgundem) May 31, 2022
Gaza îsotê li rûyê rojnamegeran reşandine
Polîsan ji nêz ve gaza îsotê li nûçegihanê wêneyan yê AFPê Bulent Kiliç û Hayri Tunçî reşandine.
RSF: Ji şahidiyê bêzar in
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jî bertek nîşanî lêdan û desteserkirinan daye û gotiye, "Yên ku di çalakiyan de ji şahidiya rojnamegeran bêzar bûn, dîsa li Beyoglûyê çapemenî kirine hedef."
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî gotiye, "Ne xwepêşandan ne jî rojnamegerî sûc e" û xwestiye ku derbarê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin.
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) daxuyanî daye û gotiye, “Tundkariya li hemberî hevrêyên me sûcê mirovahiyê ye. Desteserkirina rojnamegeran derqanûnî ye. Ev astengkirina mafê wergirtina agahiyan ya gel e.
Bixwîne-Salvegera 9an a Geziyê | Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele kiriye
”(HA/AY)