Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê, ji ber ku tweeta derbarê nûçeyekê de parve kiriye, lêpirsînname ji bo rojnameger Rabîa Çetînê amade kiriye.
Rabîa Çetînê, tweeta ku derbarê nûçeya digot doz li bavê Denîz Poyrazê vebûye li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandibû. Dozgeriyê bi tohmeta ku "kesên têkoşîna li dij terorê dikin, kiriye hedef" lêpirsîna Çetînê kiriye.
Polîs çûne mala rojnameger Çetînê û gotine ku divê ew biçe qereqolê û îfadeya xwe bide.
Çetînê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotinên Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdagî kiriye ku gotibû, "Ji ber tweet parve kiriye lêpirsîn li kesî/ê venebûye" bibîr xistiye û wiha nivîsiye: “Mafdar î' Ji bo ku min tweeta digot doz li bavê Deniz Poyrazê vebûye RT kiribû, bi tohmeta min 'dozgerê têkoşîna terorê dike kiriye hedef' lêpirsînname amade kirine. Ne ku min tweet nivîsiye, ji bo min RT kiriye."
bianetê nûçeya dozê weşandibû
bianetê nûçeya ku Çetînê parve kiribû, çêkiribû. Di nûçeyê de hatibû gotin ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê derbarê bavê Denîz Poyrazê, Abdûlîlah Poyrazî de îdianame amade kiriye û doz lê vekiriye.
Dozgerî hevpeyvîna ku Poyrazî bi Ajansa Mezopotamyayê re kiriye, weke sûc nîşan dabû.
Dozgerî îdia kiribû ku Abdulîlah Poyrazî bi gotinên xwe "propagandaya rêxistinê" kiriye.
Dozgerê ku lêpirsîna doza Denîz Poyrazê dikir, doz li bavê Poyrazê vekiriye. (HA/FD)