Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Îstînafê biryara cezakirinê ya ji ber "Doza Ozgur Gundemê" pesend kiriye. Kemal Sancili, Înan Kizilkaya, Zana Kaya û Eren Keskîn li ser hev bi 20 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 23yan a Stenbolê di 25ê Sibata 2021ê de biryar dabû ku, Kemal Sancili, Înan Kizilkaya û Eren Keskîn bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" her yek ji wan bi 6 sal û 3 meh, Zana Kaya jî bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" bi sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kiribûn.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê diyar kiribû ku cezayê li Sancili, Kizilkaya, Keskîn û Kayayî hatiye birîn hindik e û serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê ango Îstînafê dabû. Serdozgeriyê ji dadgeha îstînafê daxwaz kiribû ku her yek ji rojnamegeran bila ji ber "xwestiye yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt têk bibe", "endama/ê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" cida cida werin cezakirin.
Daîreya Cezayî ya 27an a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê ev daxwaza Serdozgeriyê qebûl nekiriye û cezayê ku dadgehê li rojnamegeran biriye, pesend kiriye.
Bixwîne - Dadgehê cezayê girtinê daye 4 kesan
Bixwîne - Sedema cezakirina xebatkarên Ozgur Gundemê: Mafên mirovan ên netewîo
(RT/HA/FD)