Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Rojnamegeran ya li Yemenê ragihandiye ku tenê di sê mehên destpêkê yên sala 2022an de 20 caran mafên kedkarên çapemeniyê hatiye binpêkirin.
Sendîkayê têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran yên di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Adarê de raporek belav kiriye.
Li gorî raporê 6 weşan hatine rawestandin û di heman demê de 5 êrîş li dijî saziyên çapemeniyê û rojnamegeran pêk hatine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku 5 rojnameger di girtîgehê de rastî îşkenceyê hatine û 3 kes ji azadiya xwe bêpar hatine hîştin û gef li rojnamegerekî hatiye xwarin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Hûsiyan 11 car mafên rojnamegeran binpê kiriye û 5 jî ji aliyê hêzên girêdayî hikumeta rewa ve hatine kirin. Her weha çavkaniya 5 binpêkirinan jî ne diyar e.
Aliyên ku navê wan di raporê de hene, li ser sûcdariyan ti daxuyanî nedane.
Li gorî endeksa Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a sala 2021ê, Yemen di rêza azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di nava 180 welatan de di rêza 169em de ye.
Di 27 salên dawî de li seranserê cîhanê hezar û 814 rojnameger û xebatkarên medyayê dema li herêmên ku şer û pevçûn lê hene karên xwe dikin an jî dema xebatên rêxistinên sûc yên organîzekirî lêkolîn kirine hatine kuştin. (HA/AY)