Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê(DFG) îro di avahiya komeleyê de ku li Amedê ye rapora xwe ya bi navê “Rojnamegeriya di nava çar dîwaran de” aşkere kiriye.
Her weha di civîna çapemeniyê de belgefîlma bi navê “Rojnamegeriya di tunela tirsê de” hatiye nişandan.
Civîn bi tevlîbûna Hevserokên DFGê Dîcle Mûftûoglû, Serdar Altan û derhênerê belgefilmê Ensar Ozdemîr pêk hatiye.
Bi rewşa awarte re binpêkirinên mafan zêde bûye
Di raporê de têkildarî zextên li ser çapemeniyê weha hatiye gotin:
“Di sedsala 21emîn de hêvî dihat kirin ku di warê azadiya xwederbirînê û azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê, hin guherînên baş çêbibin lê mixabin çênebûn. Di 20 salên hikûmetên AKP’a di sala 2002yan de desthilat, rewşa azadiya xwederbirînê û ya fikir û ramanan yekcar xerab bû.”
“Bi bûyerên piştî teşebisa derbeya leşkerî ya hat angaşt kirin ku cimaeta Fethilah Gulen hewl daye ku bike di sala 2016an de, qewimîn re, li welêt dest bi pêvajoyeke ku mafê mirovan û pergala huqûqê serobino bibe, bû. Bi rejîma rewşa awarte ya piştî hewldayîna derbeyê hat ragihandin, binpêkirina mafê mirovan qat bi qat zêde bû.”
“ Bi biryarnameyên bi hikmê qanûnan ku bi hinceta ji ber rewşa awarte hatin derxistin re, li welêt çiqas sazgeh, weqif, komele, avahiyên medyayî yên mixelef hebûn tev hatin girtin. Zanîngeh û saziyên perwerdeyê hatin girtin, akademîsyen ji kar kirin. Bi deh hezaran kes hatin binçav kirin û girtin. Bi hezaran kes, di bin çavan de ya jî di girtîgehên lê girtî bûn hatin êşkence kirin. Civîn û meşên ji bo xwe nîşandanê û mîtîng hatin qedexe kirin, dengê civaka sivîl hat birîn. Bi asteng kirina xwe gihandina medyaya civakî hewl dan ku her kesî bikin bin kontrola xwe.”
Saziyên ku hatine girtin
“Piştî rewşa awarte ya 20ê Tîrmeha sala 2016an hat ragihandin 12 biryarnameyên bi hikmê qanûnan hatin derxistin. Bi van 12 biryarnameyan, bi biryarnameyên bi hikmê qanûnan ên bi hejmar 668, 675 û 677an bi tevahî 177 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ji ber girtina 121 saziyên medyayê yên cimaetê û derûdora Kurdan nêzîkê 2 hezar û pênc sed rojnamevan û xebatkarên medyayê man betal.”
“ 5 ajansên nûçeyan, 16 televizyon, 24 radyo, 62 rojname, 19 kovar tev tevî hev 155 saziyên medyayî bi biryarnameyên bi hikmê qanûnan hatin girtin.”
“12 televizyon û 10 radyo jî di çarçoveya bendê çaran ê xala duyemîn a biryarnameya bi hikmê qanûnan a bi hejmar 668 hatin girtin.”
“Ji saziyên weşandinê 9 jê bi biryarnameya bi hikmê qanûnan ê bi hejmar 665, dudu jî bi biryarnameya bi hikmê qanûnan a bi hejmar 668 hatin girtin bi biryara komîsyona ku hat ava kirin cardin hatin vekirin.”
Sansur
“Rojnamevanên hildidin mîkrofon, kamera ya jî makîneya wêneyan û bi pey nûçeyan dikevin tengav dikin. Ji bo rojnamevanan ji sehayê bikin serî li her rê û rêbazê didin. Rojnamevanên derbikevin derveyê xeta ku deshilatê daniye bi hêsanî nikarin bixebitin. Rojnamevanên ne di nav medyaya desthilatê de, gava derdikevin sehayê ya nahêlin bidin ser şopa nûçeyan, ya jî rû bi rûyê gefa binçavbûyînê dibin. Carinan rojnamevanên hêj dest bi kêşanê nakin rû bi rûyê destwerdanê dibin. Ev rewş mînakeke ji mînakên herî berbiçav a feraseta li dijê rojnamevanan e.”
“ Sansor û asteng kirina weşanê hema bibêje bûyî tiştekî asayî. Bi sedan sîteyên înternetê ji ber navirokên diweşînin rû bi rûyê sansor û girtinê dibin. Bi hezaran hesabên medyaya civakî, ji ber zextên berpêyî saziyên eleqedar dihên girtin û sansor kirin. Bi sedan kesên li ser hesabê xwe yê medyaya civakî tişt par dikin duçarê lêpirsîn, doz û ceza kirinan dibin. Bi qanûnê dawîntirîn ê hat derxistin şertê hebûna nûnêr li Tirkiyeyê hat anîn ji bo saziyê medyaya civakî û li yên bi vê yekê nakin cezayê pere yê pirekî pir tê birîn.”
“Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK),li ser serê saziyên medyayê mîna ‘’Şûrê Demokles’’ e. Bi zext û pêkûtiyên bi rêya RTUKê hewlê didin dengê ku saziyên medyaya mixelef ên bi hewldana operasyonî ya desthilatê qewî nemane, bibirin. Bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê û hunera Saziya Ragihandina Çapemeniyê (SGÇ) ku sansorkera sereke ya çapemeniya nivîskî ye cezayê pereyî li rojnameyan tê birîn, rojnameyên ku wek medyaya desthilatê tevnagerin hewlê didin ku bi aboriyê bêbandor bikin.”
Rewşa Çapemeniya Kurdan
“Rejîma rewşa awarte ya sala 2016an hat ragihandin dibe ku wek kirineke li dijê cimaeta Fethulah Gulen hatibe nîşan dayîn, lê ya herî pir jê bi bandor bû Çapemeniya Azad e. Çiqas kenalên televizyonê, radyo, ajans, kovar, sîteyên înternetê û saziyên çapemenî û weşanê yên li herêma me weşan dikirin hebûn tev hatin girtin.”
“Bi vê kirinê xwestin ku bêhna Kurdan biçikînin. Beşekî giring ê di girtîgehan de ye dîsa rojnamevanên Kurd in. Ji bo nekevin vê rewşa heman ji ber gelek lêpirsîn û dozên li wan hatin kirin neçar man ku terka Tirkiyeyê bikin.”
“Lê tevî van qewaman tevan medya Kurdan û saziyên çapemenî û weşanê yên sosyalîst ên em wek ‘’Çapemeniya Azad’’ bi nav dikin bi awayekî man ji pêyan û serî bi zextan ra derxist. Zext û pêkûtiyên li dijî Çapemeniya Azad û rojnamevanên Kurd berdewam bin jî, bêyî ku ji helwesta xwe tawîzê bidin dewam dikin li berxwedana xwe.”
Îstatîstîkên sala 2021an
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku heta Kanûna Paşiya 2022an 65 kedkarên çapemeniyê di girtîgehan de bûye. Daneyên sala 2021an ên raporê weha ne:
Binpêkirinên li dijî ewlekarî û mafê jiyanî yên rojnamegeran
Ên rû bi rûyê êrîşê bûne:
- Rojnamevan: 55
- Organên weşanê: 2
- Rojnamevanên Hatine Kuştin: 2
- Rojnamevanên Girtine Bi Ser Mala Wan de: 9
- Rojnamevanên Hatine Girtin:61
- Rojnamevanên Êşkence Bûne û Duçarê Kirinên Xerab Mane : 6
- Rojnamevanên Rû bi rûyê Miemeleyê bûne: 23
- Xwarina Gefan û Ferz Kirina Sîxuriyê: 11
- Rojnamevanên Şopandina Wan a Nûçeyan Hatiye Asteng Kirin :103 bûyer
- Binpêkirinên Berpêyî Rojnamevanên Girtî : 17
Binpêkirinên azadiya fikrî û xweîfadekirinê ya rojnamegeran
- Rojnamevanên Lêpirsîn Li Wan Hatine Kirin: 54
- Rojnamevanên Doz Li Wan Hatine Kirin: 51
Rojnamevanên Hatine Ceza Kirin
- Hejmara kesan:47
- Cezayê Gitîgehê: 133 sal, 8 meh, 21 roj
- Cezayê Pereyî : 72.206 TL
Rojnamevanên Darizandina Wan Berdewam e
Hejmara Danişînan:336
Hejmara Rojnamevanên Girtî (Ji 4ê Rêbendana 2022yan Pê de): 62
Binpêkirinên mafên aborî/ civakî yên rojnamegeran
Rojnamevanên Ji Karê Xwe Hatine Kirin: 75
Rojnamevanên Kartê Wan ê Çapemeniyê Hatine Betal Kirin: 1
Sansur û asteng kirinên saziyên medya û çapemeniyê
- Cezayên RTUKê
- Hejmara Weşanan: 12
- Hejmara Cezayan: 59
- Rojnameyên Cezayê Îlan û Reklamê Li Wan Hatiye Birîn
- Hejmara Rojnameyan: 4
- Hejmara Rojên Cezayî :115
- Qedexeya Weşandinê :112
Astengkirina li dijî malperên înternetê û medyaya dijîtal
- Hejmara Malperên Hatine Girtin: 64
- Nûçeyên Xwegihandina Wan Hatine Asteng Kirin: 1460
- Navirokên Medyaya Civakî yên Xwegihandina Wan Hatine Asteng Kirin: 160
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(HA/AY)