Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ser dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve meheke derbas bûye û hejmara rojnamegerên ku di şerî de mirine herku diçe zêdetir dibe.
Herî dawî Oksana Baulina, xebatkara malbera nûçeyan ya serbixwe ya li Rûsyayê The Insiderê di êrişa hêzên Rûsî de hatiye kuştin.
Baulinaya ku 42 salî dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye, hatiye kuştin. Her weha bi Baulinayê re sivîlek miriye û du jî birîndar bûye.
Insiderê sersaxî ji malbat û hevalên Baulinayê re xwestiye û gotiye, "Em ê li ser sekinandina sûcên şer ên Rûsyayê û şerê li Ûkraynayê ku di encamê de sivîl û rojnameger mirine, tevî wêrankirina cih û waran jî berdewam bin ."
Baulina piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliye Rûsyayê ve şeşemin rojnamegere ku miriye.
- Kameramanê Ûkraynî Yevhenî Sakûn ê di LIVE TVyê de dixebitî, di 1ê Adarê de di dema êrîşa Rûsyayê ya bi roketan a li hemberî kûleya TVya li Kîevê de hatibû kuştin;
- Kameraman Vîktor Dedov, xebatkarê Sîgma, qenala Ûkrayna TVyê di 11ê Adarê de di encama êrîşeke bombeyî ya li Marîûpolê de hatibû kuştin.
- Di 13ê Adarê de li Îrpinê li nêzî Kîevê rojnamegerê Amerîkî Brent Renaudî hatibû kuştin.
- Di 14 ê Adarê de operatorê kameraya Fox Newsê Pierre Zakrzewski û rojnamevanê Ukraynayî Oleksandra Kuvshynova li Horenka ya nêzîkî Kievê gule li wesayîta wan hatibû reşandin û herdu hatibû kuştin.
(HA/AY)