Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) derbarê êrişên li dijî rojnamegeran yên Rûsyayê de cara duyemîn li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî gilî kiriye.
Rêxistinê bang li Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kiriye ku sûcên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên li dijî rojnamegeran lêkolîn bike.
RSFê bi bîr xistiye ku ji 24ê Sibatê dema destpêkirina êrîşa Rûsyayê ya li Ûkraynayê û vir ve di encama êrîşan de 3 rojnameger hatine kuştin, 2 rojnameger jî bi giranî birîndar bûne. Her weha rêxistinê gotiye ku herî kêm 8 ekîbên medyayê jî bi zanebûn bûne hedefa hêzên Rûs an jî bûne qurbanê teqînên bêserûber.
Ev serlêdana RSFê berdewama serlêdana 4ê Adarê ye. Rûsyayê êrişî îstasyonên ku bi dehan radyo û 32 televîzyonan kiribû. Piştî vê êrişê di 4ê Adarê de rêxistinê giliyê yekem yê Rûsyayê kiribû.
Bi zanebûn rojnameger hedef girtin
Di 28ê Sibatê de piştî ku Rûsya ketiye Ûkraynayê, ekîba Sky News TVyê ya li nêzî Kîevê bûye hedefa êrîşan. Piştî sê rojan li Makarivê gule li wesayîta qenala televîzyona Çekyayê Voxpotê hatiye reşandin. Di 6ê Adarê de rojnamevanê Swîsreyî Gûîllaûme Brîquet li cihekî navbera Kirovograd û Nîkolayevê bi fîşeka nîşangeran birîndar bûbû.
Di 8ê Adarê de vê carê jî tîma El Araby bûbû hedefa nîşangeran. Wesayîta rojnamevana Ûkraynî Vîctorîa Roshchînayê jî di 9ê Adarê de hatibû gulebarankirin.
Li gorî RSFê di her van bûyerên êrîşê de rojnameger dikarin bi zelalî bihatan tespîtkirin. RSFê piştrast kiriye ku bi zanebûn rojnamevanan dikin hedef û gule ji aliyê hêzên Rûs ve tên reşandin.
Tevî ku RSF bi awayekî fermî piştrast nekiriye jî, êrîşên din jî hene ku di wê baweriyê de ne ji aliyê artêşa Rûs ve bi zanebûn hatiye kirin.
Di nava van êrîşan de êrişên di 26ê Sibatê de ku du karmendên rojnameya Extra-Bladet a Danîmarkayê bi giranî birîndar bûn, kuştina rojnamevanê Amerîkî Brent Renaud k udi 13ê Adarê de û gulereşandina li ekîbeke Fox Newsê di 14ê Adarê de ku di encamê de Pîerre Zakrewskî û hempîşeyê wî yê Ûkraynayî Oleksandra Kûvshynova miribûn û rojnamevanê Amerîkî Benjamîn Hall bi giranî birîndar bûbû, hene.(HA/AY)