Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Marîna Ovsyannîkova di dema weşana zindî ya Kanal 1ê de şer protesto kiriye. Kanal 1a li Rûsyayê weşanê dike.
Rojnameger Marîna Ovsyannîkova di dema weşana zindî de kaxizek hildaye ku li ser wê "Ji şer re na. Şer bisekinînin. Ji propagandayê bawer nekin. Li vir li we derewan dikin" nivîsî bû.
This is fantastic. A brave woman interrupted Russian state TV’s live broadcast with a sign that says: “Stop the war. Don’t believe propaganda. They’re lying to you here." It was signed: "Russians against war.”pic.twitter.com/673cO668nM
— Julia Davis (@JuliaDavisNews) March 14, 2022
Di dema weşana zindî de Ovsyannîkova bi kaxiza li destê xwe di paş bêjerê de derketiye ber kamerayê û kaxiza xwe bilind kiriye. Kanalê yekser weşana zindî bidawî kiriye û hin vîdeoyên din weşandiye.
Piştî çalakiya wê, polîsan Marîna Ovsyannîkova desteser kiriye. Rayedarekî/ê ji ajansa Tassê re gotiye, dibe ku Ovsyannîkova bi yasaya "li dijî bêrûmetkirina hêzên çekdar" were tawankirin.
Ворвавшейся в эфир «Первого канала» девушкой с антивоенным плакатом оказалась его сотрудница Марина Овсянникова. Сейчас она, по данным Алексея Венедиктова, задержана. pic.twitter.com/VI3U0djQ9a
— SOTA (@SotaVision) March 14, 2022
Marîna Ovsyannîkovayê beriya çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek weşandiye. Di vê vîdeoyê de gotiye ku ji ber wê li gor propagandaya Kremlînê weşan dikir, lêborîna xwe dixwaze û bang li gelê rûsî kiriye ku li dijî şerî derkevin kolanan. Rojnamegerê destnîşan kiriye ku bavê wê ûkraynî ye û xwestiye "şerê birakujiyê" bidawî bibe. (AS/FD)