Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Sedef Kabaş piştî girtina xwe bi 49 rojan, îro cara pêşiyê derketiye pêşberî heyeta dadgehê.
Kabaş bi tohmeta ku "Heqaret li Serokomarî kiriye" û "Ji ber wezîfeya wan heqaret li erkdarên dewletê kiriye" hatibû girtin û dozgerî dixwest Kabaş bi 12 sal û 10 meh cezayê girtîgehê bê dadgehkirin.
Dadgehkirina Kabaşê îro li Dadgeha Asliye Cezayî ya 36an a Stenbolê pê hatiye. Dozgerî xwestiye Kabaş ceza bibe. Heyeta dadgehê di danişîna yekem de biryara xwe daye û ji ber tohmeta "heqaret li erkdarê dewletê kiriye" biryara beraetê daye. Lê ji ber sûcê "heqareta li Serokomarî" Sedef Kabaş bi 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye û ew tehliye kiriye.
Destûra kêm kesan dane
Heyeta dadgehê bi mahneya ku salon biçûk e û tedbîrên pandemiyê hene, nehiştiye zêde kes dadgehkirinê bişopînin û destûra kêmek rojnameger û çavdêran daye.
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû, Hunermend Melîke Demîrag, Parlamenterê CHPyê Ûtkû Çakirozer û Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû di nava wan kesan de bûn ku destûra wan hatibû dayîn.
Sedef Kabaş ji bo dozê ji Girtîgeha Bakirkoyê anîne Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê û tevî wê parêzerên wê Ûgûr Poyraz û Kerem Altiparmak beşdar bûne. Her weha parêzerên Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî hu yên Suleyman Soylûyî jî di dema dadgehkirinê de li salonê bûne.
Dadwerî ji Kabaşê re gotiye: Behsa xwe neke
Piştî diyarkirina nasnameyan Kabaşê li dijî îdianameyê xwe parastiye: "Digel tiştên ku desthilata heyî anîne serê min û me ez ê di gotina rastiyan de berdewam bim. Min li derveyî welêt perwerde standiye û ez rojnamegereke wiha me ku piştî wê perwerdeyê bi daxwaza xwe hatime welêt." Dema Kabaş diaxivî dadwerî gotiye "Behsa xwe neke" û gotina wê biriye.
Kabaşê wiha dewam kiriye: "Ji bilî karê rojnamegeriyê, weke dersdarekê min ders dan xwendekaran, konferans dan, şêwirmendî kir. Di salên derbasbûyî de AKPyiyan axavtineke min montaj kiribû û weşandibû.
"Axavtina min bi zanebûn berovajî kirin û hiştin civak lê temaşe bike. Di axavtina xwe de min rexne li rêbazên Goebbelsî dikir lê ev axavtina min bi rêbazên Goebbelsî kirin hedef. Heman kes niha jî weke di gotina pêşiya de heqaret hebe, dixwazin ez bêm cezakirin. Ger îro ez endamê DAIŞê bûma û di lîsteya xwekujan a emniyetê de bûma, ez ê serbest bibama, ger min bazirganiya tiryakê bikira, ez ê bi hêsanî bigeriyama.
"Min di gotinên xwe de behsa navê Erdoganî jî nekir lê li xwe girt. Ev hemû rexne ne, nabe weke heqaret were nirxandin. Heke na tê wê wateyê ku mafê bidestxistina nûçeyan a gel tê astengkirin."
Kabaşê her weha diyar kiriye ku ger ceza lê were birîn, ew naxwaze cezayê wê were taloqkirin.
Parêzerên Erdogan û Soylûyî daxwaza beşdariyê kirine
Piştî axavtina Kabaşê, parêzerên Erdogan û Soyluyû diyar kirine ku ew gilîkar in û dixwazin beşdarî dadgehkirinê bibin.
Dozgerî danişînê wî ji heyeta dadgehê re gotiye ku bila ew daxwaza parêzeran qebûl bibe.
Parêzerên Kabaşê li dijî vê daxwazê derketine lê heyeta dadgehê daxwaza beşdariyê ya parêzerên Erdogan û Soylûyî qebûl kiriye.
Piştî van daxwazan heyeta dadgehê navberek daye danişînê û piştî danişînê biryara xwe aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê Sedef Kabaşê ji ber sûcê "heqareta li erkdarê dewletê" beraet kiriye.
Lê ji ber sûcê "heqareta li Serokomarî" Kabaş bi 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin û heyetê ew tehliye kiriye. (HA/FD)