Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên rojnamegeran derbarê kuştina Gungor Arslan, xwedî û berpirsê nivîsan ê rojnameya Kocaelî Sesê daxuyaniyeke hevbeş weşandiye. Rojnamegeranbal kişandine ser zêdebûna êrîşan û necezakirinê.
Desteya Çapemeniyê, Komeleya Rojnamegeran, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Komeleya Nûçegîhanên Ekonomiyê, Haber-Sen, Komeleya Rojnamegeran a Îzmîrê, Komeleya Nûçegîhanîn Parlamentoyê, Komeleya Kameramanên Nûçeyan a Tirkiyeyê, Komeleya Nûçegîhanên Fotografan a Tirkiyeyê û Komeleya Rojnamegerên Sînornenas di daxuyaniya hevbeş de kuştina Gungor Arslan, rojnameger Hazim Oszûyê hefteya borî li Bûrsayê û êrîşa li ser rojnameya Mersin Haberciyê bibîr xistine.
Rêxistinên rojnamegeran bang li hikûmetê kiriye ku li dijî êrîşên li ser rojnamegeran, planeke lezgîn a çalakiyan amade bike û wiha gotiye: “Ji qada herêmî heta ya netewî kesên ji bilî nûçegîhaniyê û rojnamegeriyê ti fikareke wan a din nîne, divê werin parastin.”
Di dewama daxuyaniyê de rojnamegeran bal kişandiye ser êrîşan û gotine ku necezakirin, kuştin û êrîşên nû bi xwe re tîne. Rojnamegeran daxwaza cezakirina êrîşkaran û kesên li paş êrîşan jî kiriye. (HA/FD)