Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
10emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê a Stenbolê di 22ê Kanûna Paşiyê de bi tohmeta ku ‘heqaret li Serokomarî kiriye’ biryara girtina Sedef Kabaşê dabû. Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarî a Stenbolê lêpirsîna derbarê Sedef Kabaşê de temam kiriye.
36emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Stenbolê îddianameya derbarê Kabaşê de qebûl kiriye.
Kabaş bi tohmeta ku ‘heqaret li Serokomarî’ û ‘li du wezîran’ kiriye wê bê dadgehkirin. Ji bo Kabaşê bi giştî 12 sal û 10 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.
Dadgehê ji bo darizandinê hê roj diyar nekiriye. Her weha dadgehê daxwaza tehliyekirinê ya Ûgûr Poyraz, parêzerê Kabaşê hê nenirxandiye.(AEK/AY)