Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Selda Mandûz ji ber nûçe û wêneyên ku di medyaya civakî de weşandibû bi îdîaya ku "propagandaya rêxistinê" kiriye hatibû darizandin û beraet kiribû. Piştî ku Dadgeha Îstinafê biryara dadgehê betal kiriye, Mandûzê îro careke din derketiye pêşberî dadger.
Mandûz û parêzerên xwe tevlî danişînê bûne. Mandûzê tiştên ku pê tê sûcdarkirin qebûl nekiriye û xwestiye were beraetkirin.
Dadgehê bi iddiaya ku Mandûzê “propagandaya rêxistinê” kiriye sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê biriye. Her weha dadgehê aşkere kirina biryarê taloq kiriye.
Dadgehê biryar daye ku tevahî materyalên Mandûzê yên ku dest danîne ser lê şûn ve were vegerandin.
Çi bûbû?
Selda Mandûz, Edîtorê Demokrat Haberê di Adara 2019an de li Qersê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû desteserkirin. Derbarê wê de îddianame hatibû amadekirin û her weha hatibû darizandin.
Di 1ê Çiriya Pêşiya 2020an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Qersê de hatibû desteserkirin. Piştî sê rojan bi biryara Dadweriya Cezê û Aştiyê bi şertê kontrola edlî serbest mabû.
Mandûzê bi îddiaya ku “endama rêxistina terorê ya çekdar e” hat tohmetbarkirin. Piştî mehek derbarê wê îddianame hatibû amadekirin û her weha darizandina wê destpê kiribû.
Di Nîsana 2021an de di 7emîn danişînê de beraet kiribû. Lêbelê dozgeriyê biryara beraetê ji Dadgeha Îstinafê ya Herêma Erzîromê re şandibû. Îstinafê biryara dadgehê betal kiribû û xwestibû Mandûzê di sûcê “propagandaya rêxistinê” de ji nû ve were dadgehkirin.(HA/AY)