Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Mervan Yûsûf (Marwan Youssef Al-Mukradi), dema şerê di navbera rêveberiya Yemenê û Hûsiyan de dişopand, hatiye kuştin.
NOT: Di vî şerî de Îran piştgiriya Hûsiyan, Erebistana Siûdiyê jî piştgiriya rêveberiya Yemenê dike.
Alîkarê Wezîrê Karê Enformasyonê yê Yemenê Abdul Basît El Kaîdî agahiya kuştina wî daye. Alîkarê Wezîr Kaîdî di daxuyaniya xwe de gotiye, Yûsûf li navçeya Haradê ya Hacceyê kar dikir. Harad li bakûrê rojavayê paytext Sanayê dikeve.
Kaîdî ji bo malbata Yûsûfî sersaxî xwestiye. Heta niha Hûsiyan derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.
Li Yemenê herî dawî di 10ê Çiriya Paşîna ya 2021an de Rasha Abdallah, nûçegihana Elsharq TVyê yê 27 salî hatibû kuştin. Abdallah ducanî bû û ji bo zayînê diçû nexweşxaneyê. Tevlî Abdallahê dergûşa wê jî miribû.
Li Yemenê 19 rojnameger hatine kuştin
Li gor zanyariyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ). ji sala 2015an û vir ve li Yemenê, herî kêm 19 rojnameger hatine kuştin. Li gor agahiyên CPJyê navên rojnamegerên ku di 7 salên dawiyê de hatine kuştin wiha ne:
Rojnamegerên hatine kuştin | Saziya ku lê kar dikir | Dîrok |
Al-Masirah TV | 4ê Kanûna Paşiyê ya 2015ê | |
Yemen Today | 20ê Nîsana 2015ê | |
Yemen Youth TV, Belqees TV | 21ê Gulana 2015ê | |
Suhail TV | 21ê Gulana 2015ê | |
Al-Masirah TV | 17ê Îlona 2015ê | |
Freelance | 17ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê | |
Al-Masirah TV | 22ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê | |
Yaman News, Yemen TV | 16ê Sibata 2016ê | |
Freelance | 21ê Adara 2016ê | |
Nabaa Media Foundation | 5ê Tebaxa 2016ê | |
Freelance | 18ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê | |
Al-Akhbariya | 26ê Gulana 2017ê | |
Yemen TV | 26ê Gulana 2017ê | |
Belqees TV | 22ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê | |
Belqees TV | 13ê Gulana 2018ê | |
Al-Maraweah Radio Broadcasting Center | 16ê Îlona 2018ê | |
Freelance | 2ê Hezîrana 2020ê | |
Belqees TV | 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020 |
Li gor Rojnamegerên Sînornenasan (RSFê) Yemen di endeksa azadiya xweîfadekirinê de di nav 180 welatan de di rêzeya 169an de ye. (HA/BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye