Fotograf: dpa
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Denîz Yucel, nûnerê berê yê Tirkiyeyê yê rojnameya Die Welta almanî 367 rojan girtî maye, Tirkiye ceza kiriye.
DMMEyê diyar kiriye ku mafê xweîfadikirinê, yê ewlehiyê û azadiya Yucelî hatine binpêkirin û Tirkiye bi 13 hezar û 300 Euro cezayê pereyan ceza kiriye.
Bixwîne - Denîz Yucel bûye serokê PENa Almanyayê
Bixwîne - Dozgerî xwestiye rojnameger Denîz Yucel bê cezakirin
Bixwîne - Dozgeriyê dozeke nû li rojnameger Denîz Yucel vekiriye
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku Yucel bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” û “dijminatî û kîndarî di nava gel de çêkiriye” li Girtîgeha Sîlîvriyê hatiye girtin lê Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo vê rewşê di 28ê Gulana 2019an de biryar daye.
DMMEyê her weha gotiye ku her çend Dadgeha Destûrî gotibe mafê azadiya xweîfadikirinê û yê çapemeniyê yê Yucelî hatine binpêkirin û Tirkiye bi cezayê pereyan hatibe cezakirin jî, ev ceza hindik e.
Dadgeha Ewropayê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku mexdûriyeta Yucelî û mafê serlêdana şexsî ya 34an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) misoger kiriye, dewam dike û biryara xwe aşkere kiriye.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku li gorî PMMEyê, mafê azadiyê û ewlehiyê (paragrafa 1ê ya xala 5ê), mafê tezmînata ji bo girtina bêhiqûqî (paragrafa 5ê ya xala 5ê) û mafê azadiya xweîfadekirinê (xala 10ê) hatine binpêkirin.
5 endamên DMMEyê dengên erênî 2yan jî dengên neyênî bikar aniye. Tevlî 1000 Euro mesrefên dadgehê wê Tirkiye 13 hezar û 300 Euroyî bide Yucelî.
Tevlî vê biryarê ji 2021 heta niha Dadgehê ji bo 9 rojnamegeran Tirkiye ceza kiriye.
Veysel Ok, parêzerê Denîz Yucelî diyar kiriye ku wan di sala 2017ê de serî lê daye û biryara DMMEyê dereng maye. Okî gotiye ku divîyabû dema Yucel girtîbû DMMEyê ev biryar daba.
Li Tirkiyeyê hatibû girtin
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.
Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.
Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Doza ku “heqaret li serokomar kiriye” ya li rojnameger Denîz Yucelî hatibû vekirin û dosyeya ku rojnamegerî bi tohmeta ku “dewlet piçûk xistiye” tê de tê dadgehkirin, biyekkiribûn.
Di 6ê Çiriya Paşiya 2016an de di pêveka bi navê Welt am Sonntag ya Die Weltê de nivîsek bi ser nava Darbekar(Der Putschist) hatibû weşandin. Yucel bi wê yekê hatibû sûcdarkirin ku wî ew sernava ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê nivîsandiye.
Dozgeriyê ji ber nivîs û manşeta nûçeyê xwestiye Yucel bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kiriye” were cezakirin. (HA/FD)