*Ev nûçe, li Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê, atolyebia.org-ê hatişe weşandin
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor rapora Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li cihanê 488 rojnameger ji ber karê xwe yê rojnameriyê 2021an li girtîgehê derbas kirin.
Li Tirkiyê jî rewş ne baş e. Di warê azadiya çapemeniyê de Tirkiye li cihane di rêza 153an de ye. Hêj bi dehan rojnamger ji ber karê xwe girtî ne, yê li derve jî ji ber nûçeyên çekirine, di gelek dozan de tên darizan.
Rojnamegerên li herêmê kar dikin ,li gor yê li Rojavayê welêt bêtir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
Bixwîne - Rojnamegeran hin maf bidest xistin lê metirsîdar in
Bixwîne - Di sala dawî de 19 rojnamegerên jin hatine derpkirin
Ji bo 10ê Kanûna Paşiyê Roja Rojnamegerên Kar Dikin em bi Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Diclê û Firatê Serdar Altan, Rojnameger Ebdurrahman Gok û Derya Renê re axivîn.
20 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin
Edîtorê Ajansa Mezopotmayayê Abdurrahman Gök ku di Newroza 2017an de weneyên kêliya kuştina Kemal Kurkut girtibû, yek ji wan rojnamegeran e ku hêj darizandina wî ya ji ber gelek dozan berdewam dike.
Rojanameger Gok 17 sal in rojnamegeriyê dike. Ji ber weneyên wî yên di nûçeyan de hatine bikaranîn, nuçeyên wî û agahiyên dayî, bi tohmeta ku “endamê rêxistina terorê ye” û “propagandaya terorê kiriye” tê darizandin. Dixwazin 20 sal cezayê girtîgehê lê bibirin.
Gokî got ku di 2021an de pêkûtiyên li ser rojnamegeran berdewam bûn û wiha berdewam kir: “Heta niha di derbarê min de ji 20an zedetir doz hatine vekirin. ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha zexta li ser rojnamgeran berdewam dike. Lê di dema desthildariya AKPyê û taybetî ji 2015an pişt re bi girtina televizyon û saziyên ragihandinê pekûtiyên li ser rojnamegeran zêdetir bû.”
Rojnameger Gok, dema behsa binpêkirinên li dijî rojnamegeran kir, minaka girtina 3 rojnamegeran da ku ji ber nûçeya avêtina 2 kesan ji helîkopterê çêkiribûn, ew hatibûn zindanîkirin: “Rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bilen, Cemil Ugur û nuçegîhana Jinnews Şehriban Abi ji ber rastî nivisandin û raya giştî agahdar kirin hatin ceza kirin. Lê ji doza ku hatin darizandin berat kirin. Lewre dozên ku tên vekirin û darizandinên ku tên kirin hemû jî bê bingeh in, armanc cezakirina rojnamegeran e.”
Gok bilêv kir ku bi zexta hikumetê ne tenê mafê rojnamegeran her wiha mafê wergirtina agahiyan a mirovan jî ji destê wan tê standin.
"Rojnamegerên jin wekî tehdit dibînin"
Nuçegihana Ajansa Jinnewsê Derya Rena diyar kir ku, li Amed û herêmê her roja derbas dibe hejmara rojnamegerên jin kêmtir dibe: “Di sala 2021an de jî wekî salên borî ji bo jinan saleke gelek xirab û bi êşan tijî bû. Lê cardin jinan li dij vê serî ne tewand û dengê xwe bilind kirin. Rojnamegerên ku li herêmê kar dikin jî ji vê zextê para xwe girtin bê guman lê li hember wê bê deng neman ti carî. Him hikumet him jî hêzên ewlehiyê rojnamegerên jin wekî tehdît dibînin û nahêlin em karê xwe bikin. Rojnamegerên ku li qadê kar dikin, vê yekê her dem his dikin.”
Rojnameger Renê behsa zehmetiya karê rojanmegeriyê kir û wiha diyar kir: “Di pirozbahiya 8 Adarê Roja Jinên Cihanî ya li Amedê de, dema em û rojnamegerên mêr me nûçe dişopand, hêzên ewlehiyê em asteng kirin. Hêzên ewlehiyê bi deqiqeyan nasnameya me pirsîn lê hevalên me yê mêr raste rast girtin hundir. Bi girtina nasnameyê em asteng kirin û nehiştin em karê xwe bikin. Dema em li qadê kar dikin, her dem bi vê yeke re rû bi rî diminin û ev yek taybetî li herêmê gelekî zêdetir e.”
DFG: 62 rojnamer hêj girtîne
Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Diclê û Firatê Serdar Altanî diyar kir ku sala 2021an saleke gelek tarî bû. Wî bi berdewamî destnîşan kir ku 2021an derbarê 54 rojnamegeran de lêpirsin hatin vekirin, li 47 rojnamegeran li ser hev 133 sal cezayê girtîgehê hatin birin, 62 rojnameger hêj di girtîgehan de ne, 2 rojnameger jî hatine kuştin. Altanî her wiha got ku hempişeyên wan dema li herêmê nuçeyan dişopînin ji aliye hêzên ewlehiyê ve rastî kiryarên xirab tên.
Altanî destnîşan kir Tirkiye bo rojnamegeran girtîgeheyeke û wiha didomîne: “Ev yek ne tenê ji bo rojnamegerên girtî derbasdar e, her wiha ji bo rojnamegerên li derve jî ev wiha ye. Kesên li derve ne jî derfetê nabînin ku karê pêk bînin. Ger hûn di medyaya nêzî hikumetê de kar nekin, hûn wekî cinawiran tên dîtin. Ji ber vê yekê di derbarê rojnamegeran de doz, lêpirsîn û ceza ti carî kêm nebûn.” (GK/SO/NÖ/FD)