Infografîk: Yağmur Karagöz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hikumet ji bo hilbijartinên 2023an bi rêya karên îdarî û dadgehî nûçegîhaniya rexneyî û medya civakî sînordar dike û vê sînordarkirinê didomîn e. Li hemberî pêkanînên cuda yên antîdemokratîk ên weke giştînameya polîsan ku li hemberî nîşandana çalakiyên civakî û karta çapemeniyê hatibû derxistin, bi taybetî ji Şûrayê Dewletê, rojnamegeran destkeftên cûr bi cûr bidestxistin.
Di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2021an de di çarçoveya Kanûna Cezayê Tirk(TCK) û Kanûna Tekoşîna Dije Terorê(TMK) de 9 rojnamegeran hatine girtin, 32 rojnamegeran jî beraet kirine.
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê nîşan dide ku ev geşedanên erênî nikarin gefa girtîgehê yên ji bo dozên berdewam ên bi dehan rojnamegeran û dosyeyên têkildarî rojnameyên Cûmhûriyet û Sozcûyê ku şandine Dadgeha Bilind binixumîn e.
Gefa tezmînat û girtîgehê
Di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê de 81 doz pêk hatiye. Di wan dozan de herî hindik 214 rojnameger di sûcên “propagandaya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û di 23 sûcên cida de hatine dadgehkirin. Ji wan herî hindik 62 rojnameger bi“endamtiya rêxistinê” û 14 rojnameger jî bi “propagandaya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.
“Heqareta li Serokomarî”: Ji 22 bersûcan 4 hatine girtin
Di van sê mehan de bi sedema ku “heqaret li Serokomarî kiriye” 22 rojnameger û karîkaturîst hatine dadgehkirin. Di van dozan de rojnameger û karîkatorîst rûbirûyê gefa li ser hev 102 sal û 8 meh cezayê girtîgehê bûn in.
Di raporê de navê rojnameger Ahmet Sever, Engin Korkmaz, Ender İmrek, Hasan Cemal, Mehmet Emin Kurnaz, Gokhan Bîçîcî, Denîz Yucel, Kaan Goktaş, Huseyin Aykol, Reyhan Çapan, Hasan Başak, Kemal Yakût, Yilmaz Odabaşi, Perîhan Kaya, Atilla Taş, Rustem Batûm, Hayko Bagdat, Dogan Ergun û ji kovara Charlie Hebdoyê navê karîkaturîs Julien Serignac, Gerar Biard, Laurent Sorurisseau û Alice Pettiyê heye.
Ji van kesan Yilmaz Odabaşi, Perîhan Kaya û Dogan Ergun 11 meh û 20 roj, Kaan Goktaş jî 2 sal cezayê girtîgehê stendiye. Lêpirsîna ku li Ender Imrekî jî vebûye hê nû ye.
Ji 5 êrişan yek Mûharrem Sarikaya kiriye
Di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm pênc rojnameger rastî êrişa laşî hatine. 9 nûçegîhan di dema şopandina nûçe û daxuyaniyên çapemeniyê de rastî astengî, tûndkarî û gefa polîsan hatine. Polîsan bi ser mala rojnamegerek de girtine. Ji kesên ku êrişa laşî pêk aniye yek jê Mûharrem Sarikaya, nûnerê HaberTurk TVyê bûye. Ev jî di nava civata maf ya medyayê de rastî bertekên mezin hatiye.
14 rojnameger hatine desteserkirin
Di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 14 rojnameger hatine desteserkirin. Ji wan 6 rojnameger dema hin çalakiyên protestoyî dişopîne û 3 rojnameger dema nûçeyê dişopîne hatine desteserkirin. Her weha polîsan bi ser mala 4 rojnamegeran de girtine û ew desteser kirine û rojnamegerekî Sûriyeyê ji ber nûçeyekî xwe hatiye desteserkirin.
Di heman qonaxa sala par de 2 jê Rûs 8 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Tirkiye demeke dirêje li cîhanê weke welatê ku herî zêde rojnameger lê tê girtin tê dîtin, ev sê sal in ji bo rojnamegerên profesyonel şertê kontrola edlî anîne. Niha jî dora girtinê ya rojnamegerên ku li kolanê hevpeyvîna bi welatiyan re dike ye. Di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2021an de rojnamevanekî ku li kolanê hevpeyvîn dikir li gel kesê ku pê re hevpeyvîn kiriye hatiye girtin û paşê serbest hat berdan.
Di 3 mehan de 554 nûçe hatine astengkirin, 2 weşan hatine qedexekirin
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê medya civakî weke “faşîzma dijîtal” hedef nîşan dabû û paşê nûnerên desthilatê yên din jî saziyên medyayê weke “saziyên sûdê ji fonên derve digirin” binav kiribû gef lê xwaribû. Di sê mehên dawî yên sala par de Dadweriyên Cezê û Aştiyê ji ber mijarên berfireh yên weke ruşwet, gendelî, dizî, tûndkarî, tacîza zayendî herî kêm 547 nûçe asteng kiriye.
Ji nûçeyên ku hatine astengkirin kunciknivîsên Çîgdem Toker, Fatîha Polat û Ihsan Çaralan hebûye. Yekitiya Sazkirinê ya Xwegihandinê(ESB) jî herî kêm 7 nûçeyên înternetê asteng kiriye. Di sê mehên nav borî de ji bo du dosyeyan weşan qedexe kirine. Ji wan dosyeyan yek di wargeha terîqetê de birîna qirika ciwanekî ye ya din jî qetikirina jinekê ye. Di heman qonaxa sala berê de jî 485 nûçe hatibû astengkirin.
Tekane nûçeya baş a sê mehên dawî, bi hewldana ekîba hiqûqî ya Komeleya Azadiya Derbirînê (IFOD) qedexeya derketina ser çîrokeke der barê peyvirdarê malpera nûçeyan a Dîkenê Fettah Tamînce de hat rakirin.
“Heqaret”: Doz li 39 rojnamegeran hatiye vekirin
Di sê mehan de herî kêm 39 rojnameger bi iddiaya ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” û “heqaret”ê hatine dadgehkirin. Di van dozan de ji bo rojnamegeran bi ser hev 101 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatiye xwestin. Derbarê Îsmaîl Saymaz, ji bîanetê Evrîm Kepenek û ji ozguruzê Onûr Oncu de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her weha piştî giliyê kurê Serokkomar Erdogan Bîlal Erdogan, dozên li ser Serkan Ozan, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê Olcay Büyüktaş Akça, Midûrê Nûçeyan ê Înternetê Ozan Yûrtoglû û nûçegihan Hazal Janê nû bûn. Di heman qonaxê de derbarê Bariş Pehlîvan, nivîskarê rojnameya Cûmhûriyetê de lêpirsîna heqaretê hatiye destpêkirin.
Di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2021an de 5 rojnameger û du rojnameyên rojane bûn mijara dozên tezmînatê yên karsaz û siyasetmedaran ku bi giştî 3 milyon û 480 hezar TL ye. Doza ku Sezgîn Baran Korkmaz a li nivîskarê Sozcuyê Ûgûr Dundar vekiribû nû bû. Di heman demê de doza tezmînata menewî ya 2 milyon TLyî ya Fatîh Erdogan, hevjînê Parlamentera AKPê ya Enqereyê Asûman Erdoganê û Înşaeta Razemeniyê ya Emlaqê ya Pasîfîk A.Şa li dijî Rojnameya Cûmhûriyetê û Sekreterê Giştî yê Weqfa Cûmhûriyetê Işik Kansûyê hat redkirin.
Rojnameger “li dijî bêcezatiyê” têdikoş in
Di qonaxa raporê de 3 polîsên ku tûndkarî li Beyza Kûral, nûçegihana berê ya bianet.orgê kiribûn, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirinê da, darizandina wan dewam kir.
26 û 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê Mehmet Altan nehatibû berdan.Altanî li ser vê yekê doza tezmînatê li dadwerên dadgehên navborî kiribû û dozê di vê qonaxê de jî dewam kir. Mûyeser Yildizê cezayê tazmînatê yê 1 TLyî li Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû birî.
Li Enqereyê di 10 bûyerên cuda de biryara neşopandinê ya li dijî polîsên ku nehiştin rojnameger peywira xwe bikin hat rakirin. Dosyaya dozê ya êrîşkarên Yavuz Selîm Demîrag ê ku nivîskarê rojnameya Yenî Çagê ye şandin Dadgeha Cezayê Giran.
Her du dozên ku têkildarî kuştina Ugur Mûmcû, Bahriye Uçok, Muammer Aksoy û Ahmet Taner Kişlali ya di salê 90î de li Enqereyê hê jî biencam nebûye. Piştî 27 salan ji kesên ku fermana êrişa Ozgur Ulkeyê dane kes nayên dadgehkirin.
Dadgeha Destûrî û DMMEyê ceza li Tirkiyeyê birîne
Di Çiriya Pêşiyê– Çiriya Paşiyê — Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de, Dadgeha Destûra Bingehîn bi derengî xistibe jî ji bo 9 doza biryarên gelekî girîng da. Dadgehê ji ber ku hin nûçeyên Diken, Gazete Duvar û Arti Gerçek jî tê de yên hin malperan hatine qedexekirin, hikûmet ji bor her yekê bi 8 hezar TLyî ceza kir.
Di heman mehan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber girtina rojnameger Nazli Ilicakê û bi sedema azadiya xweîfadekirinê binpê kiriye, Tirkiye bi 16 hezar avro (nêzîkî 260 hezar TL) cezayê pereyan ceza kir. Dîsa DMMEyê di nava van sê mehan de, ji bo dozên ku bi îdiaya “heqareta li Serokomarî bûye” hatine vekirin, biryareke gelekî girîng da. Dadgehê di biryara xwe ya derbarê Vedat Şorliyî de bal kişand ser hêla antî demokratîk a “heqareta li Serokomariyê” ku piştî Recep Tayyîp Erdogan di Tebaxa 2014an de weke serokomar hate hilbijartin mîna amûreke bêdengkirinê tê bikaranîn.
RTUKê 28 caran cezayê pereyan daye
Di vê demê de Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) bi alîgiriya saziyên medyayê yên nêzîkî hikûmetê hate tawanbarkirin û ji ber vê jî hate rexnekirin. Di Çiriya Pêşiyê – Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2021ê d RTUKê ji ber nûçe û bernameyên wan 28 caran cezayê pereyan li kanalên TVyan biriye û her weha di caran jî weşanên wan daye sekinandin. Di vê demê de ti ceza li saziyên radyoyan nehatiye birîn. Li ser hev 5 milyon û 469 hezar TL cezayê pereyan li kanalên TVyan biriye.
Di van sê mehan de 58 rojnameger bêkar man
Di Çiriya Pêşiyê – Çiriya Paşiyê – Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de bi taybet li Cumhuriyet, Gazete Duvar, Halk TV û Haber Globalê di navbera rêveberî û rojnamegeran de pirsgirêkan rû da. Piştî van pirsgirêkan ji 58 rojnameger, qunciknivîs û medyakar ji kar hatin derxistin an jî neçar man ji kar derkevin. 24 rojnamegeran li rojnameya Cumhuriyetê dest ji kar berdan ku 10 ji wan zêdetirî 20 sal in li wê rojnameyê kar dikin. Van rojnamegeran “rêveberiya yekperest” rexne kiriye.
Sala 2020ê di heman mehan de 187 medyakar ji bêkar mabûn. Olay TV piştî dest bi weşanê kiribû bi 25 rojan hatibû girtin û 180 xebatkarên wê bêkar mabûn. Ji ber vê sedemê wê demê hejmar gelekî zêde bûbû. (SA/EÖ/NÖ/AY/FD)