Fotograf: Leonardo Alvarez / Latin Content
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî(IFJ) lîsteya rojnamegerên ku hatine kuştin û yên girtî ne weşandiye. Li gorî vê sala par li seranserê cîhanê 45 rojnameger hatine kuştin, 365 rojnameger jî di girtîgehan de ne.
Li gorî federasyonê parzemîna Asyayê ji bo rojnamegeran metirsîdartirîn parzemîn e.
Di sala 2021an de li Afganistanê 9, Meksîka 8, Hindistan 4, Pakistan 3, Filîpîn 3, Azerbaycan 2, Bûrnîka Faso 2, Îran 2 û li Somaliyê du rojnameger hatine kuştin.
Federasyonê destnîşan kiriye ku dîsa li Bangladeş, Kolombiya, Komara Demokratîk a Kongoyê, Etiyopya, Haitî, Kenya, Hollanda, Nijerya, Tirkiye û Yemenê rojnameger hatine kuştin. Hazim Ozsu, bernamegerê radyoyê yê Bûrsayî ku sala par hatibû kuştin di lîsteya federasyonê de bûye.
Li gorî IFJê daneyên îsal di asta herî nizm a 30 salên dawî de ye. Di sala 2020an de 65 rojnameger hatibûn kuştin. Li gorî qeydên ku IFJê ji sala 1991an ve girtîne ji wê demê heta niha li seranserê cîhanê 2 hezar û 721 rojnameger hatine kuştin.
Rojnamegerên girtî
Li gorî daneyên IFJê 365 rojnameger di girtîgehan de ne.
Li gorî lîsteya IFJyê li Çînê 102, Tirkiyeyê 34, Belarûs 29, Erître 29, Misir 27, Vîetnam 21, Myanmar 18, Rûsya 12, Azerbaycan 11, Yemen 11, Kamboçya 10, Erebistana Siûdî 10 û li Îranê 9 rojnameger girtî ne.
Dîsa di girtîgehên Bahreyn, Bangladeş, Kamerûn, Kuba, Etiyopya, Hindistan, Malî, Fas, Koreya Bakûr, Rwanda, Pakistan, Rûsya, Somalî, Sûdan, Srî Lanka, Sûriye, İngilistan û Venezuelayê de rojnameger hene. Li gorî lîsteyê parzemîna Asyayê ji bo rojnamegeran metirsîdartirîn parzemîn e.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(HA/AY)