Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan duh bi şev Berpirsê Edîtoran ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) desteser kiriye.
Polîs duh çûne mala Çelîkî ya li navçeya Stenbol, Şîşliyê. Ji Çelîkî re gotine ku ji ber nûçeyên li ser hesabê MAyê yê YouTube-ê hatine weşandin, Dozgeriya Komarî ya Dîlokê lêpirsînname amade kiriye.
Polîsan ji wî re gotiye, ji ber vê meseleyê divê ew îfadeyê bide û ew desteser kiriye. Çelîk birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydaniyê û doktoran kontrola wî kiriye. Paşê jî polîsan ew biriye Qereqola Ferîkoyê.
Li vir diyar bûye ku Çelîk bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye”, wê rojekê desteserkirî bimîne.
Çavlirê ye ku Çelîk îro biçe edliyeyê û îfadeyê bide dozgerî. (HA/FD)