Fotograf: TGS
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Pêvajoya hevdîtinên peymana karî a di navbera Sendîkaya Rojnamegenan a Tirkiyeyê (TGS) û British Broadcasting Corporationê (BBC) de bê encam bi dawî bûye û lihev nekirine.
Piştî lihevnekirinê xebatkarên bûroya BBCyê ya Stenbolê biryara grevê girtine.
Gokhan Durmuş, Serokê Giştî yê TGSyê gotîye "Xebatkarên BBCyê daxwazin meaşên wan li gor enflasyonê ji nû ve bê sazkirin. Karsaz zamekî gelek hindik ku di binê enflasyonê de ye kir. Niha jî, ji bo meaşên bêqutî (brut) tenê ji sedî 14 pêşniyar dike. Cihê ku enflasyona fermî li ser ji sedî 21ê ye, ne mimkun e ku em vê pêşnîyarê bipejirînîn.
Durmuşî diyar kiriye ku BBCyê mafên ku li welatên din yên cîhanê pêşkeşî xebatkarên xwe kiriye, li xebatkarên xwe yê li buroya Stenbolê ne nekiriye ango xebatkarên buroya stenbolê ji wan mafan sûd wernagirin.
Durmuşî weha gotiye: "Daxwazên me maqûl û bi rehetî têne bicîh kirin. Mimkun e ku BBC bê ku barê xwe li xwe zêde bike van tiştan pêk bîne. Ji Kanûna Paşîya ya 2020 vir ve nirxê Sterlîn li hember Lîreyî ji sedî 80 zêdetir bûye. Wate qezenca xwediyê BBCyê ji sedî 80 ye. Tiştê ku pêvajoya grevê daye destpêkirin helwesta BBC ya lihevneker e. Em wek TGS îro banga xwe ya dawî li xwediyê BBCyê dikin. Heke şertê neyên qebûlkirin em dixwazin were zanîn ku dê grev misoger be."
(HA/DD/AY)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye