Fotograf: Michael Kappeler / dpa
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozger Huseyîn Emre Erbaşî xwestiye ku nûçegîhanê berê yê rojnameya Die Weltê, Denîz Yucel bi tohmeta ku “heqaret li wezîfedarê dewletê” kiriye bê cezakirin.
Bi tohmeta ku heqaret li Wekîlê berê yê Serdozgerê Komarî yê Stenolê û Alîkarê Wezîrê Edaletê, Hasan Yilmazî kiriye, doz li Yucelî hatibû vekirin. Dadgehkirina Yucelî îro li 24em Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê pêk hatiye. Yucel beşdarî danişînê nebûye lê parêzera wî Merve Kûrhan beşdar bûye.
Piştî axavtina Kûrhanê, dozgerê danişînê Huseyîn Erme Erbaş axiviye û gotiye hewce nake peyketin berfirehtir bibe. Erbaşî diyar kiriye ku ew amade ye nêrîna xwe ya derbarê dozê de pêşkeş bike.
Erbaşî îdia kiriye ku Yucelî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mesaj weşandine û bi van mesajan rûmet, şeref û rêzdariya gilîkarî biçûk xistiye. Erbaşî xwestiye ku Yucel bi tohmeta “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” bi 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê were cezakirin.
Parêzerê Yucelî daxwaz kiriye ku heyeta dadgehê demê bide wê. Heyetê ev daxwaz qebûl kiriye û biryar daye ku dadgehkirin 28ê Kanûna Pêşiyê dewam bike. (HA/FD)