Fotograf: Selin Arutan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
10em Daîreya Şûraya Dewletê di biryara xwe de gotiye, biryarnameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê sînoran datîne li ber azadiyan. Midûriyeta Emniyetê beriya niha biryarek dabû û gotibû, nabe welatî û rojnameger, di dema bûyerên civakî de ango di dema çalakiyan de vîdeo û fotografan bigirin.
Şûraya Dewletê diyar kiriye ku biryarnameya navborî, azadiya ragihandinê û azadiya xweîfadekirinê asteng dike û azadî û mafên bingehîn, tenê bi qanûnan dikarin werin sînorkirin.
Bixwîne - Rojnamegera ku di 1ê Gulanê de hatibû astengkirin giliyê polîsan kiriye
Di encama biryara Şûraya Dewletê de, wê biryarnameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê pêk neyê. Şûraya Dewletê wê daxwaza betalkirina biryarnameya Midûriyeta Emniyetê, di demên pêş de binirxîne.
Çi bûbû?
Mehmet Aktaş, Midûrê Giştî yê Emniyetê di 27ê Nîsanê de rêbernameyek weşandibû û gotibû di dema bûyerên civakî û edlî de tomarkirina deng û dîmenan qedexe ye.
Li gorî vê rêbernameyê kesên dîmen û dengên polîsan tomar bikin wê werin astengkirin û karûbarên îdarî ji bo wan were destpêkirin. Her weha rê li ber wî tiştî wê veke ku midaxele li kesên gumanbar bikin.
Midûriyetê gotiye wan biryar bi sedema ku “nependîtiya jiyana taybet binpê dike” daye.
Piştî rêbername weşiya, polîsan êrîşî Ozge Uyanik, nûçegîhana Yol TVyê kiribûn ku Li Enqereyê çalakiyên 1ê Gulanê dişopand. Polîsan bi gotina “dîmenan nekişîne” xwestibû asteng bikin. Uyanikê ji polîsan pirsî bû û gotibû “li gorî çi?”, polîsan jî gotibû “duh rêbername weşiyaye”. Digle ku Uyanikê karta xwe ya çapemeniyê nîşanî wan debû jî polîsan telefona Uyanikê avêtibûn erdê û xwestibûn vîdeoya kişandiye, jê bibin. (HA/FD)