Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Îzmîrê di hevpeyvîna kolanê de welatiyek gotibû “Ez nikarim mûzan bixwim, ew bi kîloyan mûzan dikirin”. Piştî van gotinan rojnameger Majed Shamaa vîdeoyên mûzxwarinê kiribû nûçe û hatibû desteserkirin. Shamaa serbest bûye.
Mehmet Alî Hartavî, parêzerê rojnameger Shamaayî diyar kiriye ku piştî rojnameger desteserkirine, biribûn navenda şûnve şandinê ya Dîlokê. Rojnamegr Shamaa serbest bûye û wê îro vegere Stenbolê.
Hartavî destnîşan kiriye ku mebestek Shamaayê weha nîne ku henekê xwe bi kesî bike û xwestiyê pirsgirêkên sûriyeyiyan bi awayekî mîzahî bigire dest.
Çi bûbû?
Kanala YouTubeyê ya bi navê Kanal Dunya di 17ê Çiriya Pêşiyê de li Esenler, navçeya Stenbolê hevpeyvînek li kolanê kiribû. Di hevpeyvînê de welatiyek penahendeyên sûriyeyî kiribû hedef û gotibû, “Ez nikarim mûzan bixwim, ew bi kîloyan mûzan dikirin”
Hin welatiyên sûriyeyî bertek nîşanî van gotinên cûdakar dabû û dîmenên xwe yên mûz xwarinê li ser medya civakî parve kiribûn. Majed Shamaayê ku li Kanal Orient Newsa Sûriyeyê kar dike, vîdeoyên “mûzxwarinê” bi zimanekî mîzahî kiribû nûçe.
Piştî nûçeyê Îlay Aksoy, endama avaker a IYI Partiyê Orîent News weke hedef nîşan dabû û daxwaza rawestandina xebatên kanalê kiribû.
Shamaa di 30ê Çiriya Pêşiyê de bi tohmeta ku li dijî Tirkan “dijmindariyê tehrîk dike” hatibû desteserkirin.(HA/AY)