Fotograf: Ahmet Kanbal
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê, Rojda Aydin, nûçegîhana Jinnewsê û Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak, rojnamegerên serbixwe di dema çalakiyên li dijî qeyûm de li Mêrdînê hatibûn desteserkirin. Dadgehê di doza wan de biryara xwe aşkere kiriye.
Bi rojnamegeran re 3 kesên din jî bi tohmeta ku “mixalifî kiriye li dijî Qanûna Meş û Xwepêşandanê ya bi hejmar 2911ê” dihat dadgehkirin. 1em Dadgeha Cezê û Esliyê ya Mêrdînê derbarê tevahî bersûcan de biryara beraetê daye.
Di sala 2019an de dema ku qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, gelek çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiyên ku di 20ê Tebaxê de li Mêrdînê hatibûn lidarxistin de rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak û Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şîmdî hatibûn desteserkirin.
Piştî 7 rojan hatibûn berdan û derbarê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hatiye dîtin. Mehmet Selîm Şîmdî û rojnameger Ahmet Kanbal li danişînê amade bûne lê kesên din tevlî danişînê nebûne. Parêzer jî li danişînê amade bûne.
Di danişînê de dozger mutalaaya xwe xwendiye û ji bo her heştan jî beraet xwestiye.
Piştre parêzeran derbarê esasê de parastin kirine. Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kiriye û derbarê her heştan de jî biryara beraetê daye. Dadgehê, ji ber ku delîlên pêbawer û teqez nehatine dîtin biryara beraetê daye. (HA/AY)