Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
10em Dadweriya Aştî û Cezayî ya Stenbolê li ser dawxaza Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karûbarên Navxweyî, nûçeya bianetê ya ku bi sernavê “Polîsê Dema Kuştina Dîlek Doganê Tomar Kiriye: Polîsê Tîma Taybet bi Şaşî Gule Bera Dayê” hatibû weşandin asteng kiriye.
Merîç Eyûboglû, bi daxwaznameyekê serî li dadweriyê daye û li dijî biryara astengkirinê derketiye. Eyûboglûyî daxwaza betalkirina biryarê kiriye û gotiye ku êrîş li ser mafên şexsî yên polîsan nebûye.
Eyûboglûyê her weha di daxwaznameyê de behsa azadiya çapemenî û xweîfadekirinê kiriye.
Nûçeyê behsa çi dikir?
Polîsan di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de girtibûn ser mala Dîlek Doganê ya li Armûtlûya Biçûk a Stenbolê, piştî hefteyekê li newxeşxaneyê can dabû. Dadgehê ji ber sûcê kuştina bi zanebûn û biqisûr 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polîsê bersûc birîbû. Dosyeya kuştina Doganê niha li ber destê Dadgeha Bilind e.
Bianetê di 6ê Adara 2017an de derbarê bûyerê de nûçeyek weşandibû ku dîmenên vîdeoyê yên di dema bûyerê de hatibûn kişandin tê de hebûn. Ev vîdeo di dosyeya dozê de hebûn. Polîsê ku dîmen kişandibûn, gotibû ku polîsê tîmê taybet “bi şaşî bera Doganê daye”.
Dîmen li danişîna ku di 8ê Adara 2017an de pêk hatibû, temaşe kiribûn.
Çima hatiye astengkirin?
10em Dadweriya Aştî û Cezayî ya Stenbolê di 22yê Îlona 2021an de biryara astengkirinê daye. Dadweriyê li ser daxwaza parêzerê polîsekî ev biryar daye ku parêzerî/ê gotiye, “Ji ber bûyera pêk hatiye lêpirsîna polîsan nehatiye kirin û doz li wan venebûye û bi weşandina wan dîmenan polîsan dikin hede û mafên wan ên şexsî bi vî awayî tên binpêkirin.”
Dadweriyê jî ev daxwaz qebûl kiriye.
Parêzer Eyûboglûyê wiha got: “Ev sedem jî ev biryar jî bi tevahî şaş e.” (AS/FD)