Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameya Bildê ya almanî di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2016an de bi sernavê “Diktator Erdogan? Di dorê de çi heye?” nûçeyek di manşeta xwe de weşandibû. Malpera Dikenê ev nûçe bi vî sernavî wergerandiye tirkî û weşandibû: “Rojnameya Bild a almanî: Tirkiye ber bi şerê navxeywî ve kaş dibe.” Mehmet Şah Tekînerê 62 salî, bi îdiaya ku ev nûçe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye hatiye cezakirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji bilî Dikenê gelek malperên din ew nûçe weşandiye, biryara astengkirina nûçeyê nîne û hîna jî weşana wê dewam dike. Lê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo îfadedanê bang li Mehmet Şah Tekînerî kiriye.
Tekînerî gotiye ku ew nizane platformên medyaya civakî bikar bîne û hesabê wî nîne. Her weha diyar kiriye ku hesabê bi navê Mehmet Şah Tekîner ê li ser Facebookê hatiye vekirin, ne yê wî ye û ew cara pêşiyê li vir dibihîze.
Lî Midûriyeta Emniyetê gotiye ku “Ew dixwaze xwe ji sûcî rizgar bike” û guh nedaye îfadeya wî. Li ser vê yekê Wezareta Dadê di 29ê Hezîrana 2019an de destûr daye ku bi tohmeta “Heqaret li Serokomarî kiriye” peyketina Tekînerî bikin.
Dozgerî xwestiya ceza lê were birîn
Derbarê Tekînerî de îdianame hatiye amadekirin û 4em Dadgeha Asliye Cezayê ev îdianame qebûl kiriye.
Dozgerî di dadgehkirinê de daxwaz kiriye ku Tekîner heta 4 salan were cezakirin. Tekînerî li dadgehê jî diyar kiriye ku hesabê wî yê medyaya civakî nîne, dibe ku zarokên wî an jî neviyên wî ew hesab vekiribe.
Resûl Tamûr, parêzerê Tekînerî jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bibîr xistiye û diyar kiriye ku ew çalakiya bûye mijara îdiayê nabe weke heqaretê binirxînin, lê dibe weke rexneyeke tund a li dijî rêveberan were dîtin.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku Tekîner “ji bo xwe ji sûcî rizgar bike” îfadeya xwe bi vî awayî dide û sal 3 meh û 16 roj cezayê girtîgehê lê biriye.
Parêzer Tamûr li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ango li îstinafê daye. (HA/FD)