Fotograf: RSF, Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsên ku bi gotina “Êdî wê ti tişt ne weke berê be, hûnê vê hîn bibin” tundkarî li Beyza Kûral, nûçegîhana bianetê ya berê kiribûn cara duyem derketine pêşberî heyeta dadgehê. Dadgehkirina polîs li 3yem Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê tên dadgehkirin.
Polîs K.A., N.D. û Y.Ş. li gorî Xala 117/1ê û 119/1-eyê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û ji ber ku “mafê azadiya kar û xebatê hatiye bin pê kirine” tên dadgehkirin.
Polîsan xwestine ku ew beşdarî danişînan nebin
Polîsên bersûc beşdarî dadgehkirinê nebûne. Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê, nûnerên Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê beşdar bûne.
Polîs N.D. gotiye ji ber ku ew li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û Y.Ş. jî gotiye ji ber ew li derveyî Tirkiyeyê wezîfedar e, dixwazin beşdarî danişînan nebin.
Oya Merîç Eyûboglû, parêzera Beyza Kûralê gotiye ku bila Y.Ş. nivîsa xwe ya wezîfedarkirinê nivîskî ji dadgehê re bişîne.
Li gorî RSFyê ragihandiye, dadwerê dadgehê daxwaza Y.Ş.yî qebûl kiriye û ji bo N.D. jî gotiye ku bila bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdar bibe.
Dadgehkirin wê 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an dewam bike.
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike.
(AS/NÖ/FD)