Fotograf: PEN International
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Komeleya Nivîskaran ya PENa Melboûrneya Awusturalyayê rojnameger Nedim Turfent kiriye endamê xwe yê rûmetê. Rojnameger Nedîm Turfent zêdetirî 5 sal in di girtîgehê de ye.
Komeleya Nivîskaran ya PEN a Melbourneya Awusturalyayê, endamtiya rûmetê daye rojnamegerê girtî Nedîm Turfentî. 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfentî hatibû birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevdîrektorê bernameya “Nivîskarên Di Girtîgehan De” ya PENa Melbourneyê Jackîe Mansourian, diyar kiriye ku wan biryar daye endamtiya rûmetê bidin Turfentî û wan ew agahdar kirine. Jackie Mansourian, spasiya Turfentî kiriye ku ev pêşniyara wan pejirandiye.
Nedîm Turfent jî ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne peyama spasiyê şandiye û wiha gotiye:
“Gava ku em li vî aliyê dîwaran salan diborîne, bêguman me piştgiriya bêhempa ji çar aliyên cîhanê wergirtin. Me kêliyekê jî ji bîr nekiriye ku ev piştgirî û hevgirtin ji azadiya ramanê re hatiye pêşkêşkirin. Ev rûmeta ku îro diyarî pênûsa me hatiye kirin, baweriya ku bi salan dema me pênûsa xwe hilda, di dilê me de şîn û xurt kir.”
Ez ji bo vê endamtiya watedar spasiyên xwe pêşkêşî hemû endamên PENê dikim. ”
Sala par jî endamtiya rûmetê ya PENa Îngilistanê ji bo Turfentî hatibû dayîn.
Turfent ji bîanetê re dinivîse
Nedîm Turfent di kuncika xwe ya bi navê “Pêgermok” de ku bi tirkî tê wateya “Volta”yê ji bîanetê re dinivîsîne. Ji bo nivîsên Turfentî bitikîne.
Çi bûbû?
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.
(KO/AY)