Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
KAOS GLyê rapora “Di Medyayê De Çavdêriya Li LGBTI+yan” amade kiriye.
Yildiz Tar, Koordînatora Programa Ragihandinê û ya Medyayê ya Komeleyê rapor nivîsandiye. Ji bo raporê ji salên 1980yî heta niha nûçe hatine kontrolkirin û lê nerîne bê ka di nûçeyan de çawa behsa LGBTI+yan kirine.
Tarê di destpêka raporê de gotiye ku wan bi vê raporê xwestiye binpêkirinên mafan ên di medyayê de tên kirin û rewşa heyî deşîfre bikin. Her weha armanca amadekirina vê raporê jî li gorî gotina Tarê îradeya guhertinê xurtir bike.
Yildiz Tarê wiha nivîsiye:
“Em dibêjin ‘em hebûn, em hene û em ê hebin’, ev rapora me dibe bersiva vê pirsê ku em di rûpelên rojnameyan de çawa tên nivîsandin? Em hêvî dikin wê di têkoşîna wekhevî û azadiyê ya LGBTI+yan de bibe alîkar.”
Di raporê de her weha guhertina gotinên nefretkirinê û têkiliya medya û siyasetê jî hatiye nirxandin.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(EMK/FD)