Fotograf: Murad Sezer / theconversation.com
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê rapora “EngelliWeb” (Weba astengkirî) ya 2020an weşandiye. Komele di sala 2018 û 2019an de jî rapor weşandibûn.
Sernava raporê îsal “Fahrenheit 5651: Bandora Dilsoj a Sansurê” danîne ku ji ber navê pirtûka “Fahrenheit 451”ê hatiye girtin. Bi vî navî dixwazin balê bikişînin li ser pirtûka Ray Bradbury. Ray Bdarbury ev roman di sala 1951an de weşandiye û behsa civakeke ku pirtûk tê de tên şewitandin, zilmak, otorîter û dîstopîk.
Prof. Dr. Yaman Akdenîz, Dersdarê Fakûlteya Hiqûqe yê Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê û Ozan Guven, lêkolînerê pispor bi hev re rapor amade kirine. Li gorî vê raporê di 14 salan de dadgehan û saziyên fermî li Tirkiyeyê 467 hezar û 11 malper asteng kirine. Ji bo astengkirina van malperan 408 hezar û 808 biryarên cida dane.
Bi tenê di sala 2020an de 58 hezar û 809 malper hatine astengkirin.
Dadgehan û saziyan biryarên girtina malperan li gorî qanûna hejmar 5651ê dane ku di sala 2020an de biryarên dane wiha ne:
- 475 hezar û 11 malper
- 150 hezar navnîşanên URLyê
- 7 hezar û 500 hesabên Twitterê
- 50 hezar tweet
- 12 hezar vîdeyoên Youtube-ê
- 8 hezar mesajên Facebookê
- 6 hezar û 800 mesajên Instagramê
Di sala 2020an de Saziya Ragihandinê û Teknolojiyên Zanistî (BTK) rasterast biryara 52 hezar û 185 malperan daye ku ev rêje ji sedî 89ê biryarên astengkirinê ye. Yên mayîn jî dadgehan, saziyên fermî û wezaretan ew asteng kirine.
Di heman salê de 384 nûçeyên rojnameya Hurriyetê asteng kirine ku 382 ji wan ji malperê hatine rakirin.
267 nûçeyên haberler.comê asteng kirine ku 265 ji wan ji malperê hatine rakirin. 248 nûçeyên Sabahê hatine astengkirin ku 231 ji wan ji malperê hatine rakirin. 220 nûçeyên rojnameya Milliyetê hatine astengkirin ku 216 ji wan hatine rakirin. 163 nûçeyên sondakika.comê hatine astengkirin ku 162 ji wan ji malperê hatine rakirin.
Komeleyê di rapora xwe de behsa astengkirina 74 malperan jî kiriye. Hejmara nûçeyên OdaTV, T24, Cumhuriyet, Yeni Akit û Birgunê yên di sala 2020an de hatine astengkirin, li gorî sala 2019an de kêm bûye. “Tarimdan Haber” a ku di sala 2019an de navê wê ne di lîsteyê de bû, sala 2020an di rêza 10an de cih girtiye. 136 nûçeyên “Tarimdan Haber” hatine astengkirin û malperê hemû nûçe rakirine.
Her weha nûçeyên Yeniçag, Rojnameya ABCyê, CNN Turk, Tele1, Diken, Bianet, Sendika.orgê û hinên din hatine astengkirin.
BBC Tirkî, DW Tirkî, Alevinet, Euronews û Independent Tirkiyê ti nûçeyên xwe yên hatine astengkirin ji malperê ranekirine.
Ji bo tevahiya nûçeyê bitikîne
(HA/FD)