Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bêrîtan Canozer, nûçegîhana JinNewsê ji ber lêpirsînekê li mala xwe ya Amedê hatiye desteserkirin. Polîsan di saetên sibehê de girtine ser mala Canozerê û ew desteser kirine.
Canozer birine Navenda Emniyetê ya Amedê.
Bêrîtan Canozer di Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de dema nûçe dişopand li Amedê polîsan ew desteser kiribû. Canozer çar rojan deseserkirî mabû. Polîsan gotibû “ji ber ku bi kelecan e” ew desteser kirine.
Dadgehê Canozer di 19ê Kanûna Pêşiyê de, bi sedema notên wê yên nûçeyan û mesajên wê yên li ser medyaya civakî, girtibû.
Dozgerî di îdianameyê de Canozer bi “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tohmet kiribû. îdia kiribû ku Canozerê di wê çalakiyê de pêşekî ji girseyê re kiriye ku tê de hatibû desteserkirin û “nasnameya xwe ya rojnamegeriyê bikar aniye û propagandaya rêxistinê kiriye.”
Canozer di 13ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Amedê biribûn Girtîgeha Jinan A Bakirkoyê. Cara pêşiyê di 29ê Adara 2016ê de ew derxistibûn dadgehê û ew tehliye kiribûn. Xelata Taybet a Juriyê ya Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepeyî ya 19ê dabûn Canozerê.
Derbarê JinNewsê de
Ajansê di 25ê Îlona 2017ê de bi tirkî, kurmancî, zazakî, erebî û ingilîzî dest bi weşanê kir. Bi tenê rojnamager û edîtorên jin kar dikin û nûçeyên nûçegihaniya jinparêz diweşînin.
JINHA, yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê jî di nav de 15 saziyên medyayê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin. Rojname Şûjinê di Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest bi weşanê kiribû.
Ew jî di 25ê Tebaxê de bi KHKya hejmar 693yê girtibûn. (HA/FD)