Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mûrat Agirel, bernamegerê Halk TVyê û nivîskarê Rojnameya Yenîçagê li ser medya civakî ji aliye kesê bi navê Emrah Çelîk ve hatiye tehdîd kirin.
Agirelî têkildarî gefa ku lê hatiye xwerin peyamek belav kiriye û gotiye, “Vî ‘lehengê klavyeyê’ nas bikin.”
Rojnameger Agirel ji bo peyamên gefê jî weha nivisiye, “Qaşo bi profesyoneli tehdîd dike. Weke trol nebinin.”
Kesê ku gef li Agirelî xweriye derketiye holê ku li Sûriyeyê di nava refên El Nûsrayê de şer kiriye, endamê Rêxistina Navçeya Kapakliyê ya AKPê ye û ji aliye Melîh Gokçek, Şaredarê berê yê Enqereyê ve li ser medya civakî tê şopandin.
Mûrat Agirel diyar kiriye ku di Sibata borî de jî ji aliyê komek ve gef li wî hatiye xwerin û peyamên ku ji wî re hatibû şandin li ser Twîtterê parve kiribû.
Agirel daxuyanî dabû û gotibû, Melîh Gokçek û kurê wî Osman Gokçek ew weke hedef nîşan daye û bi hinek kesan daye tehdîdkirin.
(HA/AY)