Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya azadiya çapemeniyê ya meha Tîrmehê weşandiye.
Di raporê de beşên ku derketine pêş ev in:
- Tundkarî, gefxwarin û tacîz li 61 rojnamegeran bûye.
- Herî zêde li Tirkiye, Gurcistan û Belarûsê tundkarî li rojnamegerên jin bûye.
- Di meha Tîrmehê de li tevahiya cîhanê hejmara tundkariya laşî li rojnamegerên jin zêde bûye. Li tevahiya cîhanê 31 rojnamegerên jin dema bûyer dişopandin tundkariya laşî li wan bûye. Li Tirkiyeyê jî li 10 rojnmegerên jin tundkariya laşê bûye. Tirkiye bi vê hejmarê di lîsteyê de di rêza duyem de ye.
- Li Tirkiyeyê du rojnamegerên jin beriya betlaneya yasayî hatin dadgehkirin.
Kampanya dane destpêkirin
Koalîsyonê ji ber zêdebûna tundkariya polîsan a li Tirkiyeyê kampanyayek daye destpêkirin.
Ji bo îmzekirina metna kampanyayê bitikîne
(EMK/FD)