Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Almanyayê derbarê êrîş û gefxwarinên li ser rojnamegerên Tirkiyeyî yên li Almanyayê dijîn de daxuyaniyek daye.
Wezaretê bi Deutsche Welleyê re axiviye û wiha gotiye, “Hikûmeta Federal li seranserê cîhanê piştgiriya azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê dike û her cure bûyerên tundkariyê yên li ser rojnamegeran şermezar dike.”
Wezareta Karûbarên Navxweyî her weha diyar kiriye ku “Ji bo hemû mirovên li Almanyayê dijîn -bi çi sedemê bibe bila bibe- rastî tundkariyê neyên divê ewlehiya wan were standin.” Wezaretê di dewama daxuyaniyê de gotiye ku wan di demên berê de jî gelek caran û rasterast piştgiriya mafên rojnamegerên li Tirkiyeyê kiriye.
DJVyê xwestibû rojnameger bên parastin
Frank Uberral, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Almanyayê (DJV) çend roj berê gotibû, lîsteyek ji 55 kesan pêk hatiye, heye ku rojnameger jî di nav de navê mixalifên Tirkiyeyî di vê lîsteyê de ne û qesta kuştina wan tê kirin. Uberralî daxwaza parastina rojnamegeran kiribû.
Hendrik Zorner, Berdevkê Sendîkayê ji bianetê re diyar kiribû ku cara pêşiyê bi saya nûçeyeke malpereke dijîtal haya wan ji lîsteyê bûye û polîsan ev lîste piştrast kiriye, paşê jî wan daxuyaniyek daye.
Êrîşî Acarerî kiribûn
Di 7ê Tîrmehê de li bexçeyê mala wî ya li Berlînê bi kêrê êrîşî rojnameger Erk Acarerî kiribûn û di 19ê Tîrmehê de jî mesaja gefxwarinê avêtibûn bexçeyê wî.
Her weha polîsên almanî di 16ê Tîrmehê de Celal Başlangiç, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Arti Gerçek û Arti TVyê derbarê mijarê de agahdar kiribûn û gotibûn ku navê wî jî di lîsteyê de heye.
Di çend rojên dawiyê de Hasîp Kaplan, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hunermend Ferhat Tûnç jî di nav de çend kesên din jî aşkere kirine ku polîsên alman derbarê mijarê de ew agahdar kirine. (KÖ/FD)