Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Baroyên 48 bajaran daxuyanî dane û rojnameya Yenî Şafakê şermezar kirine. Rojnameya Yenî Şafakê 15 baroyên ku li dijî êrişên nijadperest daxuyaniya hevpar dabûn, kiribû hedef. 48 baroyan destnîşan kiriye ku ew li gel 15 baroyên ku daxuyanî dane ne.
15 baroyan di 21ê Tîrmehê de daxuyaniyekî hevpar bi ser nava “Em Êrişên Nijadperest Şermezar Dikin” dabûn. Baroyan di daxuyeniyê de gotibû ku divê dawî li gotinên nefretê û zimanê cûdakar were anîn û li dijî êrişan daxwaza lêpirsînekî bibandor kiribûn. Rojnameya Yenî Şafakê jî baroyên ku daxuyanî dabûn bi manşeta “Baronên Qendîlê” kiribû hedef.
48 Baroyan di daxuyaniya hevpar de weha gotiye:
“Dij derketina zimanê nefretê û cihêkariyê di çarçoveya peywira parastina mafê mirovan a baroyan de ye. Ev zimanê ku baroyan rexne kiriye di 23ê Tîrmehê de di provakasyona rojnameyekê de xwe daye der. Nivîsa ku di vê rojnameyê de hatiye weşandin û 15 baroyan hedef nîşan daye nûçe nîne û amûra propagandayê ye. Ev rewş wêrekiya ku kes û saziyan bi îftirayan dike hedef a nivîskî ye.”
“Lê divê kesên ku ev nivîsê nivisandine; baroyên ku saziyên hiqûqê ne wê qet serî netewînin, qet dev ji vegotina rastiyan bernedin. Em vê saziyê û saziyên çapameniyê yên mîna wê bi rêbazên nêzî hev mafê gel ê agahî girtinê îstismar dikin û baroyan dikin hedef şermezar dikin, ji bo ku li pêşberî hiqûqê hesab bidin em ê bibin şopînerê mijarê û em ji raya giştî re radigihînin ku em li cem baroyên ku daxuyanî dane ne.”
Baroyên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
* Baroya Edenê
* Baroya Semsûrê
* Baroya Agiriyê
* Baroya Enqerê
* Baroya Antalyayê
* Baroya Artvînê
* Baroya Aydinê
* Baroya Balikesîrê
* Baroya Êlihê
* Baroya Çewlikê
* Baroya Bedlîsê
* Baroya Bolûyê
* Baroya Bûrsayê
* Baroya Çanakkaleyê
* Baroya Çankiriyê
* Baroya Amedê
* Baroya Edîrneyê
* Baroya Eskîşehîrê
* Baroya Dîlokê
* Baroya Gîresûnê
* Baroya Colemêrgê
* Baroya Îdir
* Baroya Stenbolê
* Baroya Îzmîrê
* Baroya Gurgumê
* Baroya Qersê
* Baroya Kastamonûyê
* Baroya Qeyseriyê
* Baroya Kirklareliyê
* Baroya Kocaeliyê
* Baroya Meletiyê
* Baroya Manîsayê
* Baroya Mardînê
* Baroya Mersînê
* Baroya Mûglayê
* Baroya Mûşê
* Baroya Ordûyê
* Baroya Samsûnê
* Baroya Sêrtê
* Baroya Rihayê
* Baroya Şirnexê
* Baroya Tekîrdagê
* Baroya Trabzonê
* Baroya Dersimê
* Baroya Wanê
* Baroya Yalovayê
* Baroya Yozgatê
* Baroya Zongûldakê
(EMK/AY)