Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derbarê “lîsteya kesên wê bên kuştin” ya derbarê wan siyasetmedar û rojnamegerên Tirkiyeyî de ye ku li Almanyayê dijîn. 2 Polîsên krîmînal ên Almanyayê di 16ê Tîrmehê de li Kolnê çûne mala Celal Başlangiç, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Arti TV û Arti Gerçekê û jê re gotine ku metirsî li ser jiyana wî heye.
Li gorî nûçeya di Arti Gerçekê de hatiye weşandin, polîsan lîsteya navborî piştrast kiriye ku navê 55 kesan tê de ye. Polîsan diyar kiriye ku dibe sûîsakt li dijî van navan pêk werin.
“Him lêpirsîname amade kirine him jî doz vekirine”
Celal Başlangiçê ku yek ji wan kesên navê wî di lîstê de ye wiha gotiye:
“Me hay ji navê wan kesan hebû ku di lîsteya 21 kesan de bû. Paşê zanyariyeke din belav bû ku navê 43 kesan tê de bû lê nedihat zanîn bê ka kî di vê lîsteyê de ne. Polîsên alman ên hatin mala min behsa lîsteyeke sêyemîn kirin û gotin lîsteyeke din heye ku ji 55 kesên dijberê Erdoganî yên li derveyî welêt dijîn pêk tê û gotin navê te di lîsteyê de ye. Me ji gotinên polîsan fam kir ku derbarê mijarê de lêpirsînnameyek amade kirine. Polîsek heye ku bi dozê re eleqedar dibe û dozek heye. Parêzerê me bi vê mijarê re eleqetar dibe û hewl dide zanyariyan bidest bixe. Wisa xuyaye ku polîs vê dosyayê bi awayekî cidî dinirxîne.”
Gef li Acarerî xwarine
7ê Tîrmehê li bexçeyê mala wî yê li Berlînê êrîşî Rojnameger Erk Acarer, qunciknivîsarê rojnameya BirGunê û bernameçêkerê Arti TVyê kiribûn û ew birîndar kiribûn. Duh jî mesajeke gefxwarinê ji Acarerî re şandine. Hesabetî bi navê “jitemkurt” ê Instagramê lîsteyek weşandibû ku navê 21 kesên li Ewropayê dijîn, têde bûn. (KÖ/FD)